Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê de, bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re civiya.

02.12.2023, Cts - 17:39

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiyan
Nuçe Belav bike

Di çarçoweya Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî ya li Dubayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û şer û aloziyên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya rola UNAMI û berdewamiya erkê xwe ji bo aramî, aştî û asayîşa Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê kir û bang li Neteweyên Yekgirtî kir ku di çareserkirina pirsgirêkan de rolek aktîf bilîze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x