SOHR: Di êrîşên Îsraîlê li ser gundewarê Şamê de 2 çekdar hatin kuştin

Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser baregehên leşkerî yên derdora Şamê de, 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

18.12.2023, Pts - 08:11

SOHR: Di êrîşên Îsraîlê li ser gundewarê Şamê de 2 çekdar hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê şeva borî demjimêr 22:05, ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîşî çend navendên leşkerî li derdora Şamê kirin.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya artêşa Sûriyeyê piraniya mûşekan xistin xwarê. Herwiha 2 leşker birîndar bûn û hin ziyanên madî çêbûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SHOR) belav kir jî, Îsraîlê navenda Berevaniya Asmanî û hin baregehên artêşê li deverên Qudseya, Seyide Zeyneb û Dîmas yên li gundewarê Şamê kirin armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama wan êrîşên Îsraîlê de, 2 çekdarên nenas li baregeha Dîmasê hatin kuştin û hejmarek leşker û çekdar jî li baregeha Qudseyayê birîndar bûn.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x