Îsraîlê baregeheke Îranê li Şamê bombebaran kir

Îsraîlê êrîşî baregeheke Supaya Pasdarên Îranê ya li Şamê kir û di encama êrîşê de kuştî û birîndar hene.

29.01.2024, Pts - 13:58

Îsraîlê baregeheke Îranê li Şamê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Ajansa “Tasnim” a Îranî ragihand, firokeyeke şer a Îsraîlê îro piştî nîvro baregeha şêwirmendên Pasdarên Îranê li bajarokê Seyide Zeyneb ya ser b Şamê ve bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama bombebaranê de 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ev yek piştî wê tê, Roja 20-01-2024an, artêşa Îsraîlê civîneke serkirdeyên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li avahiyeke taxa Mezzeh a Şamê kir armanc û tê de 5 kes hatin kuştin ku 4 ji wan berpirsên payebilind ên Pasdarên Îranê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:49:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x