Îsraîl: Li Xezeyê 21 leşkerên me hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê 21 leşkerên wan hatin kuştin.

23.01.2024, Sal - 13:37

Îsraîl: Li Xezeyê 21 leşkerên me hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari di civîna çapemeniyê de diyar kir ku tankeke hêzên Îsraîlê li navenda Xezeyê li herêmeke nêzî sînorê Îsraîlê bi roketavêjê hat hedefgirtin.

Hagarî destnîşan kir, li herêma ku êriş lê hat kirin di du avahiyan de teqîn çêbû û avahî hilweşiyan.

Hagarî diyar kir, dema ku teqîn çêbû hinek leşkerên Îsraîlê di nava her du avahiyan de bûn hinek jî li derdora wan bûn.

Hagarî got ku di êrişê de 21 leşker hatin kuştin û heta niha navên 10 kesan hatin eşkerekirin.

Hagarî daxuyand ku li gorî texmînan teqîn ji ber teqemeniyên ku hêzên Îsraîlê danîbûn çêbûye.

Li aliyê din, hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku ji 27ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve lie Xezeyê hatin kuştin derket 221ê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x