Stranbêj û lîstikvanê Kurd ê navdar tevlî artêşa Îsraîlê bû: Em dê bi ser bikevin!

Stranbêj û lîstikvanê Kurd Idan Amêdî bi dildarî beşdarî artêşa Îsraîlê bû.

13.10.2023, Cum - 12:27

Stranbêj û lîstikvanê Kurd ê navdar tevlî artêşa Îsraîlê bû: Em dê bi ser bikevin!
Nuçe Belav bike

Idan Amêdî, bi dîmenekê biryara xwe ya beşdarbûna artêşa Îsraîlê ragihand û got, “Em dê bi ser bikevin û heya ev pêk neyê em nasekinin.”

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Tofana Eqsayê" êrişî Îsraîlê kir û êrişên xwe berfireh kirin.

Piştî van êrişên Hemasê, gelek kes bi dildarî beşdarî artêşa Îsraîlê bûn.

Yek ji wan, stranbêj û lîsikvanê navdar Idan Amêdî ye.

Idan Amêdî li parêzgeha Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û Kurdekî Cihû ye.

Idan Amêdî li Orşelîma Îsraîlê mezin bûye.

Idan li Îsraîlê wekî stranbêj û lîstikvan tê naskirin.

Lîstikvanê Kurd, bi taybetî piştî rêzefilma “Fauda”yê ya ku li ser Netflixê dihat nîşandan li seranserê cîhanê hat naskirin.

Idan Amêdî bi dîmenekê biryara xwe ya beşdarbûna artêşa Îsraîlê ragihand û got:

“Dema min têlefona xwe vekir, min dît ku gelek peyam hatine ji min re. Ez ji bo we hemûyan vê peyamê dişînim. Em baş in.

Ji roja şemiyê ve ez raneketime lê kêfa me li cih e. Ji ber ku em ji bo parastina mala xwe, malbat û zarokên xwe li vir in.”

“Em dê bi ser bikevin”

Idan di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ez şîroveyeke dûdirêj nakim. Di van rojên zehmet de ez bi kurtasî ji gelê Îsraîlê re dibêjim em dê bi ser bikevin.

Merheba ji gelê Îsraîlê û IDFyê (Hêzên Parastinê yên Îsraîlê) re. Ev ne dîmenek ji rêzefilma Faudayê ye, ev rastî ye. Heta serkeftinê em nasekinin.”

Parvekirina Idan Amêdî, li seranserê Îsraîlê û li ser medyaya civakî jî bû rojev.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:06:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x