Sergey Lavrov û Eymen El-Sefedî li paytexta Urdinê bajarê Emmanê civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî li paytexta Urdinê bajarê Emmanê civiyan û rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Lavrov û El-Sefedî duh di konferanseke rojnamevanî de gotin ku armanca wan ew e ku ji bo krîza Sûriyê bigihîjin çareseriyekê ku yekîtî û hevgirtina Sûriyê û serweriya wê bêne parastin.
Her du wezîrên derve yên Rûsya û Urdinê herwiha tekezî li ser biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî bo çareserkirina rewşa Sûriyê kirin.
Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî diyar kir wan li ser çareseriyekê ku hevgirtin, yekîtî û serweriya Sûriyê biparêze û ewlehiya wê misoger be, gotûbêj kirine.
Rûsya ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve piştgiriya hikûmeta Şamê dike û wek hevalbenda hikûmeta Beşar Esed maye.