Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, bi fermana serokê wî welatî Joe Biden, hêzên leşkerî yên Amerîka îro çend êrîşên hûr li Dêrezorê li Sûriyê encam dane.
Amerîkayê çend êrîş li Dêrezorê li dijî grûpên ser bi Supaya Pasdarên Îranê encam dan.
Li gor heman daxuyaniyê, “Armanca wan êrîşan, berevanîkirina li hêzên Amerîkayê û parastina wan e ji êrîşên weke ya roja 15ê Tebaxê grûpên ser bi Îranê encam dabûn. Me êrîşî wan sazî û jêrxan kirine armanc ku ew grûpên ser bi Supaya Pasdaran bikar tînin.”
Di daxuyaniyê de hatiye, lêdan û êrîşên îro girîng û pêwîst bûn ji bo berevanîkirin û parastina endamên Amerîkayê.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê tekez dike wan rêkarên guncaw û bi mebest wergirtine ji bo sînordakirina metirsiyên derketina aloziyan û kêmkirina metirsiya birîndarbûna xelkê.
Di daxuyaniyê tê gotin: "Serok Biden fermana daye ku ev êrîşî bêne kirin ji bo têkdan û rêgirtin li pêşya êrîşên ku grûpên ser bi Îranê encam didin.
Fermandehiya Navedî ya Amerîkayê herwiha dibêje: “Amerîka li pey şer û aloziyan nîne, lê berdewam dibe ji wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe û berevanîkirin li xwe.”
Derbarê mana hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistan û hinek deverên bakurê Sûriyê de di daxuyaniyê de tê gotin: "Hêzên me ji bo şikestina yekcarî ya DAIŞê piştrast bibe dê li Sûriyê bimîne."