Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bekav kir, Hêzên bejayî yên Îsraîlî, ji çiyayê El-Şêx ve bi zêdetirî 20 mûşekan devera Qirs El-Nafil li rojavayê bajarokê Heder li gundewarê Quneyterayê li nêzîkî Golanê bombebaran kir, bêyî ku ti agahî derbarê ziyanan bên zanîn.
Rewaneghê diyar kir jî, devera Qirs El-Nefl navçeyek e ku milîsên nêzîkî Hizbullaha Libnanî tê de bi cih dibin, artêşa Îsraîlê roja 17ê Tebaxa borî jî bi awayekî rasterast bomebebaran kiribû.
Di salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne, bi taybetî navendên artêşa Sûriyê, Hizbullaha Lubnanî û hêzên ser Îran ve dike armanc.