Çekdarên ser bi Tirkiyê bo operasyoneke dijî HSDê amadekariyê de ne

Li Cerablusa bakurê Sûriyê nêzîkî sînorê Tirkiye, çekdarên opozisytona Sûriyê yên ser bi Tirkiye bo pêkanîna operasyoneke bejayî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di amadebaşiyê de ne.

23.11.2022, Çar - 05:53

Çekdarên ser bi Tirkiyê bo operasyoneke dijî HSDê amadekariyê de ne
Nuçe Belav bike

Li çeperên şer, çek û teqemenî ji aliyê grûpên çekdar ve tên amade kirin.

Wiha diyar dibe, weke ku çekdarên opozisyona Sûriyê radigihînin, li benda demjimêra sifrê ne, ji bo destpêkirina operasyoneke bejayî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê.

Fermandarê topxaneya çekdarên opozisyonê Yûsif Xalid got “Em bersiva Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hawinan didin, ku me berdewam topbaran dikin. Em niha jî, ji bo operasyoneke serbazî amade ne.”

21ê Midarê serokomarê Tirkiye gefa pêkanîna operasyoneke bejayî li dijî HSDê da, ev jî piştî ku firoketyên Tirkiyê 20ê Mijdarê bi behaneya ku YPGê teqîna Stenbolê kiriye, çend navçe li Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê bombebaran kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x