Li bajarokê Cerablusê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê îro danê sibê 9 kesên di xwepêşandanên duhî de beşdar bûne desteser kirin.
Duhî 12ê Tebaxa 2022an, bi deh hezaran Sûrî li bajar û bajarokên bakurê Sûriyê derketina xwepêşandanan û nerazîbûna xwe li hember daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nîşan dan.
Di wê derbarê de, çekdarên grûpa Polîsa Medenî îro danê sibê dest bi hilmeteke çalakvanên beşdarî xwepêşandanan bûne kir û 9 kes desteser kirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê aşkere kir ku di çarçoveya civîna “Tevgera Bêalî” li Belgradê de ku di Cotmeha borî de paytexta Sirbîstanê hatibû lidarxistin, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtineke kurt pêk anîbû.
Çavuşoglu di daxuyaniyên xwe de daxwaza lihevkirinê di navbera opozîsyon û rêjîma Esed de kiribû û gotibû, bêyî pêkanîna lihevkirinê, aştiyeke mayînde pêk nayê. Çalakvanên Sûrî jî li gelek deverên bakurê Sûriyê yên di bin kontrola grûpên çekdar de, li dijî vê daxuyaniyê derketin.