Di hilbijartinên Sûriyê de 4 parlemanterên bi eslê xwe Kurd hatine hilbijartin, 2 ji wan Kurdên Şamê ne. Ji Efrînê jî endamekî Kurd ê partiya Beasê û li Hesekê jî endamekî Kurd ê partiya Komunîst hatine hilbijartin.
Di xûla nû ya parlamentoya Sûriyê de, 4 kesên Kurd bi ser ketin û ji wan sê kes jî lîsteya Partiya Beasê ne.
Di hilbijartinên Sûriyê de 4 parlemanterên bi eslê xwe Kurd hatine hilbijartin, 2 ji wan Kurdên Şamê ne. Ji Efrînê jî endamekî Kurd ê partiya Beasê û li Hesekê jî endamekî Kurd ê partiya Komunîst hatine hilbijartin.
Di xûla nû ya parlemana Sûriyê de, ji koka 250 endamî, tenê 4 parlemanterên bi regez Kurd hene. Piştî derçûna encamên hilbijartinên parlemana Sûriyê, diyar bû ku ji koka 250 endamî, tenê 4 endamên Kurd hatine hilbijartin. Li Şamê, Emar Bekdaş, bi regez Kurd e, û sekreterê Partiya Komunîst e. Herwiha Samir el Eyûbî, ku bi regez ji Kurdên Şamê ye. Li herêma Helebê, Alan Bekir, ku xelkê Efrînê ye û endamê Partiya Beas e. Li parêzgeha Hesekê jî, Ebdulrehman Xelîl ku endamê Partiya Komunîst e.
Li gor daxuyaniyên fermî yên komîteya Bilind a hilbijartinan, rêjeya dengdanê pir kêm bûye, 19.000.000 kes ji mafê wan bû deng bidin. 6.224.687 kesan dengê xwe dane. 33.17% rêjeya dengdanê bûye.
Derbarê kêmbûna rêjeya dengdanê, Hîşam el-Şear, wezîrê Dadê got: “Sedema rêjeya kêm a dengdanê di hilbijartinan de bahora Koronayê û hejmara mezin a Sûriyan li derveyî welat bû ku ne ji mafê wan bû deng bidin.”
Roja sêşemê, Komîteya Dadwerî ya Bilind a hilbijartinan encamên hilbijartinên Parlemana Sûriyê ragihandibûn. Li çend parêzgehan, hejmarek kandîd tane di encamên wan hilbijartinan dane. Li parêzgeha Hemayê jî, xwepêşandan li dijî encaman bi rê ve çûn.