Hêzên esmanî yên Israîlê Balafirxaneya Helebê mûşekbaran kirin

Serê sibeha îro, hêzên esmanî yên Îsraîlê Balafirxaneya Helebê li Sûriyê mûşekbaran kirin.

07.03.2023, Sal - 07:44

Hêzên esmanî yên Israîlê Balafirxaneya Helebê mûşekbaran kirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke serbazî ji Ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê re ragihand ku demjimêr 02.07 berbanga roja Sêşemê, Îsraîlê Balafirxaneya Helebê mûşekbaran kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, êrîşa esmanî ya hêzên Îsraîlê ji aliyê Deryaya Spî li rojavayê Laziqiyê vê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ji SANAyê re gotiye ku di encama êrîşê de ziyanên madî gihiştine Balafirxaneya Helebê û ew ji kar ketiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:34:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x