Hêzên Sûriyê rê li ber hêzên Amerîkayê girtin

Efserekî artêşa Sûrî, wê dewriyeyê tehdîd dike ku eger careke din herin gundê Mensif Tehtanê, ew dê dewriyeya Amerîkî tevî hemû endamên wê bişewitîne. Di encamê de, dewriyeya Amerîkî neçar bû vegeriya.

12.07.2020, Paz - 20:28

Hêzên Sûriyê rê li ber hêzên Amerîkayê girtin
Nuçe Belav bike

Li herêma Til Temir a Rojavayê Kurdistanê dewriyeyeke hêzên Amerîkayê dema diçû Qamişlo ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hate astengkirin û efserekî artêşa Sûrî gefa bi şewitandina li leşkerên Amerîkî xwar.

Di girteyeke vîdyoyî de, ku kete destê Rûdawê, duh Şemiyê 11ê Tîrmeha 2020an, seat derdora 13.00ê li gundê Mensif Tehtanî yê ser bi bajarokê Til Temir, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, artêşa Sûrî rê li ber dewriyeyeke Amerîkî digire, ku ji 3 zirîpoşan pêk dihat û dixwest derbasî nav wî gundî bibe.

Efserekî artêşa Sûrî, wê dewriyeyê tehdîd dike ku eger careke din herin gundê Mensif Tehtanê, ew dê dewriyeya Amerîkî tevî hemû endamên wê bişewitîne. Di encamê de, dewriyeya Amerîkî neçar bû vegeriya.

Herwiha medyaya xwecihî jî ragihandiye ku, dewriyeyeke hêzên Amerîkayê ji Hesekê ber bi Qamişloyê ve derket û dewriye li navçeya Til Temirê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hate sekinandin û nehiştin ku dewriye rêya xwe temam bike û gule lê reşandin û mayin li ser rêya giştî bi cih kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê piştî ku bi nunerên herdu aliyan re civiya û rewşa aram bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê ku piştî êrîşa Cotmeha par a Tirkiyê ve rewşa wê guherî ye û ji bilî hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser ê hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî ku ji dema şerê li dijî DAIŞê ve li wê derê bicih bûne, hêzên Rûsya û hêzên hikûmeta Sûriyê jî lê hene, milmilaniya navbera hêzan berdewam e.

Ew milimanî bi taybet di navbera di navbera hêzên Amerîka li aliyekê û hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsya li aliyekê din de ye û her yek ji wan aliyan hewl dide, ku hejmoniya xwe bi ser navçeyê de bêtir bisepîne.

Berê jî li hinek gundên erebnişîn ên alîgirên hikûmetê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, xelkên alîgirên hikûmetê astengî ji dewriyeyên Amerîkî re derxistibûn.

Roja 12ê Sibata îsal jî milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve rê li ber dewriyeyeke hêzên Amerîkayê girtibûn, ku li sê gundên Asî, Debane û Xirbet Emo yên li başûrê bajarê Qamişlo digeriya, ji ber wê yekê jî alozî deketibû û di encama teqekirina hêzên amerîkî de, milîsekî hikûmeta Sûriyê hatibû kuştin û milîsek jî birîndar bûbû.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 885 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:34:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x