Îsraîl'ê Suriye da li ber mûşekan

Îsraîlê li Suriyê Firokxaneya Navdewletî ya Helebê bombebaran kir û ziyanên mezin gihîştine.

07.09.2022, Çar - 06:03

Îsraîl'ê Suriye da li ber mûşekan
Nuçe Belav bike

Jêderekî leşkerî yê Sûrî ji “SANA” re ragihand, îro şeva borî demjimêr 20:16ê, Îsraîlê bi çend mûşekan êrişeke asmanî ji aliyê Deryaya Sipî ve kir û Firokexaneya Navdewletî ya Helebê kir armanc.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir ku êrîş bûye sedem ku ziyaneke madî bigihe firokexaneyê û ji xizmetê derkeve.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, embarê mîlîşyayên ser bi Îranê li nêzîk taxa Malkiye û Firokexaneya Navdewletî ya Helebê hatin armanckirin û di encamê de dengê teqînan hat û agir bi ambaran ket.

Got jî: Herî kêm 2 mûşekên Îsraîlî li nava Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û derdora firokexaneyê ketin ku bû sedema ziyanên madî yên mezin.

Roja 31ê meha borî de jî, Îsraîlê bi çend mûşekan Firokexaneya Navdewletî ya Helebê kiribû armanc û bû sedema ziyanên madî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 802 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:55:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x