Li Reqqayê qedexeya giştî hatiye ragihandin

Encûmena Sivîl a Reqayê piştî êrîşa duhî ya li ser navendeke HSDê, qedexeya derketina derve li bajarê Reqayê ragihand.

27.12.2022, Sal - 15:00

Li Reqqayê qedexeya giştî hatiye ragihandin
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Hevbeş a Komîteya Navxwe ya Parêzgeha Reqqayê, ji bo parastina ewlehî û aramiya xelkê herêmê, duhî êvarî rewşa awarte û qedexeya derketina derve li tevahiya herêmê û gundewarê wê ragihand û hêzên asayişê bazar û tax girtin û karê saziyan heta daxuyaniyeke din rawestand.

Qedexe îro di roja xwe ya duyemîn de berdewam e, li gor çalakvanan jî, gelek malbatên ku di encama rewşa awarte de mexdûr bûne hene, bi taybetî kesên ku wek bi rojane dixebitin wek, karker, kasipkar û kesên ku mûçeyên wan kêm in.

Ev yek piştî wê tê, hejmarek girtiyên DAIŞê ji baregeha HSDê ya li taxa Diriyê ya Reqqayê reviyabûn û piştre jî êrîşê wê baregehê kirin, di encamê de 3 şervanên HSDê û 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kuştin.

Her wiha di êrîşê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku yek ji wan kembera teqîner li xwe kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:49:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x