Pentagon: DAIŞ, sûd ji êrîşên Tirkiyê dibîne

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) di raportekê de ragihand, operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîka bûn derfetek ku DAIŞ xwe ji nû ve bihêz bike.

20.11.2019, Çar - 06:59

Pentagon: DAIŞ, sûd ji êrîşên Tirkiyê dibîne
Nuçe Belav bike

Ofîsa Giştî ya Pentagonê ragihand, bi destêwerdana Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê û vekişîna hêzên Amerîkî ji wê navçeyê re, derfet ji DAIŞê re çêbû ku ji nû ve birêkxistin bike û karînên xwe yên êrîş kirinê bihêz bike.

Di raportê de hat ragehandin, dibe dem ji DAIŞê re hebe, ji bo welatên rojava armanc bike û piştevaniyê bide torên xwe yên navdewletî.

Li gor wê raportê, DAIŞ dibe kar li ser kontrol kirina hejmarek navçeyên Sûriyê bike û hebûna xwe ya navdewletî jî berfireh bike.

Heman rapor aşkera dike, dibe kuştina Ebubekir Bexdadî bandora wê ya kêm hebe, ji bo DAIŞ dubare xwe birêxistin bike.

Ev yek di demekê de ye, çendîn car in Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyariyê dide, ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê lawaz dike û rê dide ku çekdarên DAIŞê careke din xwe birêkxistin bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 886 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:34:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x