Rûsya hewl dide ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê û bi taybetî baregeha xwe ya li ser Deryaya Spî biparêze.
Pisporên Rûs dibêjin ku Moskow dê bi desthilata nû ya Sûriyeyê re danûstandinan bike lê behsa radestkirina Beşar Esed nake.
Sûriye ji aliyê çek, cebilxane û stasyonên elektrîkê ve bi Rûsyayê ve girêdayî ye û ev yek jî wisa dike ku desthilata nû neçar bimîne bi Moskowê re di nava diyalogê de be.
“Rûsya dixwaze li Sûriyeyê bimîne”
Serokê Bernameyên Kluba Valdayê Fyodor Lukyanov li ser pêwendiyên Şam û Moskowê got:
"Bê guman, Rûsya dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê û bi taybetî jî baregeha xwe ya leşkerî û deryayî biparêze.
Pêwstiya desthilata nû ya Sûriyeyê jî bi dirav û alîkariyê heye.
Di vê çarçoveyê de dê gelek hevdîtin çêbibin. Eger ew daxwazên wekî radestkirina Beşar Esed bikin, na, em daxwazên wiha qebûl nakin.
Li ser mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne rêkeftin pêkan in."
“Pêwendiyên Şam û Moskowê dê berdewam bikin”
Berpirsê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENA) ya Endamê Konseya Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê ye Ruslan Mamedov got:
"Pêwendiyên Rûsya û Sûriyeyê dê berdewam bin. Bê guman, di hin aliyan de guhertin dê hebin.
Derbarê baregehên leşkerî de, bi nêrîna min, bi hin mercên cuda dibe ku ew bargeh bimînin.
Ji xwe baregeheke deryayî heye. Diyar e ku mijar meseleya mesrefan e û bi ya min jî niha li ser vê mijarê danûstandin tên kirin."
“Pirsgirêkên mezin ên Sûriyeyê hene”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferansa Kluba Valdayê de got ku pirsgirêkên mezin ên hikûmeta nû ya Sûriyeyê hene.
Lavrov ragihand ku divê desthilata nû diyaloga niştimanî bi pêş bixe û ji bo vê yekê hewldanên hêzên derve pêwîst in.
Li gorî gotina Lavrov Rûsya amade ye ku beşdarî vê pêvajoyê bibe.
Hefteya borî, cara yekem piştî ku desthilat hat guhertin, şandeyeke bilind a Rûsyayê çû Şamê.
Hat zanîn ku rayedarên nû yên Şamê hin daxwazên giran danîne pêşiya Rûsyayê.
Dan û standinên Şam û Moskowê li ser mayîna baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Himeymîm û Tertûsê jî berdewam dikin.
Pisporên Rûsî qebûl dikin ku hêzên Rûsyayê li Sûriyeyê bi awayekî cidî lawaz bûye û niha rola sereke ketiye destê hêzên din.
Di vê rewşê de Rûsya neçar e ku yan bi tevahî ji Sûriyeyê derkeve yan jî daxwazên siyasî û aborî yên Şamê qebûl bike.