Rewangeha Sûrî: Di meha Cotmehê de li Sûriyê 344 kes hatin kuştin

Di meha borî de 344 kes li Sûriyê di encama şer û pevçûnên di navbera aliyên çekdar de hatin kuştin ku 137 kes ji wan sivîl in.

02.11.2022, Çar - 07:58

Rewangeha Sûrî: Di meha Cotmehê de li Sûriyê 344 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, di meha Cotmeha borî de 137 sivîl di şerê Sûrîyê de hatine kuştin, ji wan 19 zarok û 17 jin in.

Li gorî Rewangehê, 77 leşkerên hikûmeta Sûriyê û 12 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine kuştin û yên din jî ji grub û rêxistinên cuda ên wî welatî ne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, 5 welatiyên sivîl di zîndan û girtîgehên rejîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, bangewaziya xwe ji civaka navdewletî re dubare dike ku zextê li rêjîma Sûriyê bike da ku rêzê li azadiya mafên mirovan bigire, girtiyan serbest berde û çarenivîsa kesên winda aşkere bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:04:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x