Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê hat girtin

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla ji aliyê HSDyê ve hat girtin.

28.08.2023, Pts - 05:55

Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê hat girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên taybet ên Rûdawê bi dest xistine, Serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla ji aliyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat girtin.

Li gorî heman çavkaniya ku nexwest bê eşkerekirin, girtina Ehmed Ebû Xewla bi piştgiriya hêzên Amerîkayê bûye.

Li ser vê mijarê heta niha ti zanyariyên bêhtir nehatine bidestxistin.

Li aliyê din, îro HSDyê li Dêrezorê operasyoneke nû ya li dijî şaneyên DAIŞê daye destpêkirin.

HSDyê ragihand ku armanca wê operasyonê pêk anîna ewlehiyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 410 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x