Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser awayê peyama Ocalan got, "Li gorî agahiyên li ba me jî dê bangeke bi vîdeoyê be."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari têkildarî banga Rêberê PKKyê Ocalan, helwesta DEM Partiyê û daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ji Medya Haber TVyê re axivî.
Tulay Hatîmogullariyê li ser rewşa pêvoyê got, "Pêvajo tevlihev e, ti dane di destê me de nînin ka dê dewlet, desthilata çi gavan biavêjin.
Dema ku pirsgirêka Kurdan ev qasî tê nîqaşkirin, erkê herî girîng ê ku dikeve ser milê hemû aliyên ku maf û edaletê dixwazin ew e ku bi têkoşînê rê û rêbazên aştiyê bihûnin."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan çawa bang bike berdewam dikin.
Wezîrê Dadê Yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç gotibû ji ber ku di rêziknameyê de cîh nagire Ocalan dê nikaribe bi rêya vîdeoyê bang bike.
"Em hêvî dikin aqilê dewletê wekî wezîr nefikire"
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li ser ser van gotinên Yilmaz Tunç wiha axivî:
"Em hêvî dikin ku aqilê dewletê û aqilê rêvebir wekî wezîr nefikire. Li gorî agahiya ku li ba me heye jî dê bangeke bi vîdeo ye.
Li cihê ku ev tê nîqaşkirin, ne mumkin e ku mirov behsa diyalogeke saxlem bike.
Ev tê wê wateyê ku tecrîd berdewam dike. Ev hevdîtin bi temamî nayên wê wateyê ku tecrîd hatiye şikandin.
Eger îro azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan neyê dayîn, em dê çawa bi pêş ve biçin?
Ji ber vê yekê daxuyaniya ku hatiye dayîn daxuyaniyeke gelekî bedbext e.
Birêz Abdullah Ocalan bi xwe jî anî zimên. Dema ku dibêje 'Divê rewşa min were başkirin' behsa pêwîstiya azadkirina şertên xebatê dike. Ev ji xwe 26 sal in daxwaza me ye jî."
Dê kengî bang bike?
Hatîmogullariyê derbarê dema banga Ocalan wiha anî ziman:
"Dibe ku di nav çend rojan de jî bibe. Dibe ku derbasî meha bê jî bibe. Em bi rastî wê bi temamî nizanin.
Em di nav pêvajoyekê de ne ku divê ev hevdîtin bigihîjin Birêz Ocalan û ew wan binirxîne. Em nizanin bê ev dê pêvajoyê çi qasî bilez bike."
"Piştî bangê em dê rûpela duyem vekin"
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir piştî Abdullah Ocalan ew dê derbasî rûpela duyem bibin û wiha pê de çû:
"Bi hatina vê gaziyê re em dê rûpela duyem vekin. Li gorî me jî hîn pêvajoyeke ku nav lê hatiye danîn nîne.
Di rûpela yekem de me behsa civînên gel, agahdarkirina saziyan û danûstandina nêrînan kir û me li ser hevpariya aştiyê axivî.
Ji 1ê Çiriya Pêşîn û vir ve xebat bi vî rengî ne. Piştî daxuyaniyê em dê rûpela duyem vekin.
Em dê şiklê dawî bidin amadehiyên xwe yên heyî. Em dê berdewam bikin ku bi dînamîkên civakî re bicivin.
Em dê hevdîtinên xwe bi hemû aliyan re bi awayekî plankîrî û bername pêk bînin da ku aştî û jiyana hevpar li erdnîgariya Tirkiyeyê were avakirin.
Di vê mijarê de pirsgirêk ew e ka dê zemîna hiqûqî çawa be? Ji bo vê yekê girîng e ku hiqûqnasên ku di zemîna demokratîk de têkoşînê dikin bi me re bixebitin.
Komisyona hiqûqê ya partiya me hema bêje xebatên xwe qedandine. Em dê di zemîna siyasetê de aştiyê çawa ava bikin.
Avakirina komîsyonekê, avakirina binkomîsyonan, mezinkirina vê yekê di binkomîsyonan de bi nêrîn û pêşniyarên kesên ku di qada xwe de pispor in, ji akademîsyenan heta siyasetmedar.
Dema ku em van hemûyan dikin, xaleke ku em qet paşguh nakin heye ew jî ew e ku em dê bi gelên xwe yên hêja re civînên aştiyê, civînên gel, ne tenê di nav DEM Partiyê de, lê civînên derve jî pêk bînin.
Ez dixwazim hûn vê bizanibin ku em dê li 81 bajaran civînan li dar bixin û di nav xebatekê de bin ku aştiyê û daxuyaniya Birêz Ocalan rave dike.
Di van xebatên li bajaran de em dê bi hemû dînamîkên siyasî û civakî yên wî bajarî re bicivin û van tiştan bi awayekî berfireh rave bikin.
Ji 1ê Çiriya Pêşîn û vir ve xebateke çir hat kirin û ji vir û pê ve em dê vê hinekî din bi pêş bixin.”