Neştergeriya Onder 7 saetan berdewam kir û rewşa wî hîn jî krîtîk e

Emeliyata Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder 7 saetan berdewam kir û hîn jî li ser jiyana wî metirsî heye.

16.04.2025, Çar - 09:59

Neştergeriya Onder 7 saetan berdewam kir û rewşa wî hîn jî krîtîk e
Nuçe Belav bike

Şeva borî krîza dil li Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder da.

Tîmên tenduristiyê ew bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya Stenbolê.

Hat zanîn ku şahdamara Sirri Sureyya Onder qetiyaye û ew bilez hatiye emeliyatkirin.

Dilê Onder du caran rawestiya

Beriya ku Onder bibin nexweşxanê du caran dilê wî di rê de sekiniye û neştergeriya wî 7 saetan berdewam kir.

Bijîşkan da zanîn ku hîn jî di odeya neştergeriyê de ye û ew li bendê ne ku rîtma dilê wî asayî bibe.

Metirsî didome

Tê gotin ku metirsiya li ser jiyana Onder didome û piştî asayîbûna rîtma dilê wî, bijîşk dê wî bibin beşa çavdêriya taybet.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez jî ragihand ku ji ber ku rîtma dilê Onder ne di asta xwestî de ye, hîn jî li odeya neştergeriyê dimîne û eger rewşa wî ber bi başiyê ve biçe, dê wî bibin beşa çavdêriya taybet.

“Rîtma dilê wî ne di asta xwestî de ye”

Onur Duşunmez wiha got:

"Agahiya ku emeliyat bi serkeftî derbas bû gihîşt me. Agahî hat ji ber ku rîtma dilê wî ne di asta xwestî de ye, dê demekê din jî bê şopandin û paşê dê wî bibin beşa çavdêriya taybet.

Vê agahiyê kêfa me anî. Agahiya dawî ya li cem me ew e ku emeliyat bi qasî nisbî bi serkeftî derbas bûye û eger rîtma dil bigihîje asta xwestî dê wî veguhêzin beşa çavdêriya taybet û li wir jî dê 72 saetan were şopandin."

Sirri Sureyya Onder endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ye ku li Girtigeha Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 91 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:58:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x