Soylu bo danîna qeyûman: Ya min dixwest çavek bû Erdogan du çav dan min

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê danîna qeyûm li şûna şaredariyên HDPê de got; "Serokkomar bangî min kir û ji min re got ‘Suleyman ez ji van şaredariyên HDPê û PKKê nerazî me. Vana yekser ji kar dûr bixe.` Ya min dixwest çavek bû Erdogan dû çav dan min. Du roj derbasbûn, min hemû ji kar dûrxistin.

11.05.2023, Per - 08:28

Soylu bo danîna qeyûman: Ya min dixwest çavek bû Erdogan du çav dan min
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê û berbijêrê AKPê yê Stenbolê Suleyman Soylu, di encama xebatên partiya xwe ya propagandeya hilbijartinê de li Taxa Yildiztepe ya ser bi navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê şeva 10ê Gulanê tevî çalakiya alîgirên xwe bû.

Suleyman Soylu li wir behsa dûrxistina serokên şaredariyên HDPê kir ku qeyûm li şûna wan hatine danîn.

Soylu got: “Serokkomar bangî min kir û got Suleyman, ez ji van şaredariyên HDPê û PKKê yên li Başûrê Rojhilat bêzar im, ji ber ew zarokan digrin û dibin ser çiyan, ji ber ya ji dewletê distînin dişînin ji PKKê re û ew jî wek gule li mehmetcikên me vedigerin. Got tu yek ser van ji ser kar dûr bixe. Ya min dixwest çavek bû Tayyip Erdogan dû çav dan min. Dû roj derbas bûn, sibehê zû bi oparasyonekê me hemû ji kar dûrxistin.”

Ev axaftinên Soylu yên derbarê şaredariyan di demekê de ne ku di dosyeya dûrxistina serokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê de ti belgeyeke zelal û vekirî nîne ku wan şaredariyan pere ji Qendîlê re şandibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 31ê Adara 2019an di hilbijartina şaredariyan de, şaredariyên sê bajarên mezin, pênc bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bidest xistin û bû xwediyê 65 şaredariyan. Lê desthilata AK Partiyê bi sê qonaxan qeyûm li ser nêzîka 50 şaredariyên HDPê danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x