HSD hişyarî dide Şamê: Heke liv û tevger bidomin, em ê bersivê bidin

12 Tebax 2025 - 11:07
12 Tebax 2025 - 11:07
 0
HSD hişyarî dide Şamê: Heke liv û tevger bidomin, em ê bersivê bidin

Li gorî daxuyaniya HSD'ê, ev çend roj in hin komên ser bi hikûmeta Şamê ve li derdora bajarokê Dêr Hafir "hewl didin agirbestê têk bibin." Herwiha, li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî liv û tevgerên wan zêde bûne û "dronan li ser ezmanên herdu taxan digerînin."

HSD'ê destnîşan kir, ev kiryar, peymana di navbera Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta Sûriyeyê de, ya ku di 1'ê Nîsanê de hatibû îmzekirin, binpê dikin. Hate gotin ku ev tevger ji aliyê şêniyên herdu taxan ve jî weke "cihê şermezarkirinê" tên dîtin.

Di daxuyaniyê de, HSD'ê bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku "wan koman kontrol bike û pêşî li hewldanên têkbirina peyman û lihevkirinan bigire."

Di dawiya daxuyaniyê de, hişyarî bi awayekî zelal hate dayîn: "Eger ev tevger bidomin, hêzên HSD'ê dê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin."

 

Ev nûçe bi tevahî 30 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:44:56