Amerîka dixwaze Birayên Misilman bixe lîsteya terorê
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Washington hewl dide Birayên Misilman wekî rêxistineke terorê destnîşan bike û da zanîn ku pêvajo hîn di qonaxa amadehiyê de ye.

Rubio roja sêşemê di hevpeyvîneke xwe ya bi radyoyeke Amerîkî re got, Amerîka hewl dide Birayên Misilman wekî rêxistineke terorê bi nav bike.
Wî ev pêngav wekî pêngaveke "dûvdirêj û aloz" bi nav kir lê tekezî kir ku xebat bi awayekî çalak didomin.
Rubio da zanîn ku gelek şaxên Birayên Misilman hene û divê her yek ji wan cuda bê nirxandin.
Wî anî ziman ku ew bi berdewamî li koman dinêrin da ku wan li gorî rastiya wan destnîşan bikin.
Rubio her wiha diyar kir ku Amerîka delîlan berhev dike da ku nîşan bide Birayên Misilman rêxistineke terorê ye û hişyarî da ku eger ne wisa be, kom dikare li dadgehê li dijî vê biryarê derkeve.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku Senatorê Komarî Ted Cruz di Tîrmehê de pêşnûmayasayek pêşkêşî Kongreyê kiribû û xwestibû Birayên Misilman wekî rêxistineke terorê bê destnîşankirin, bi hinceta ku piştgiriyê dide komên çekdar ên girêdayî xwe yên wekî Hemasê.
Nûvekirina herî dawî: 19:31:02