Amed: Zarokekî zavayê xwe yê cerdevan kuşt

Li Amedê zarokekî 15 salî, hevjînê meta xwe û cerdevanê berê Yuksel Bayrak li naverasta kolanê kuşt.

7 Tebax 2025 - 10:30
7 Tebax 2025 - 10:30
 0
Amed: Zarokekî zavayê xwe yê cerdevan kuşt

Bûyer 5 roj beriya ku îdianameya dozeke madeyên hişbir ku Yuksel Bayrak tê de şahid bû were qebûlkirin, pêk hat.

Bûyer Çiriya Paşîn a 2024an li navçeya Rezanê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê qewimî.

Li gorî dîmenên kamerayên çavdêriyê, dema Yuksel Bayrakê 51 salî yê ku li navçeya Licê cerdevanê bû, bi malbata xwe re dimeşiya, H.B.yê 15 salî bi dizî nêzîkî wî dibe.

Di hewldana yekem de gule nateqe lê di ya duyem de guleyekê li serê Bayrak dixe.

Hevjîna Bayrak hewl dide rê li ber bigire lê nikare.

Zarokê êrişkar ji cihê bûyerê direve lê piştî demeke kurt tê desteserkirin.

“Min ji ber ku wî li meta min xirabî dikir, ew kuşt”

Li gorî nûçeya Ekol TVyê, zarokê ku hat desteserkirin, di îfadeya xwe ya de got:

“Min ji ber ku wî li meta min xirabî dikir, ew kuşt."

Li gorî nûçeyê, hûrgiliyên ku piştî bûyerê derketin holê, îdiaya ku sedema kuştinê ji ber tiştekî cuda be, derxist pêş.

Kuştina Bayrak 5 roj beriya qebûlkirina îdianameya dozeke mezin a madeyên hişbir a bi 24 tohmetbaran ku ew tê de şahidekî girîng bû, bal kişand ser xwe.

Tê gotin ku Bayrak di dosyayê de yek ji şahidên krîtîk bû.

Gumana sûîqesteke organîzekirî xurttir bû

Hêzên ewlehiyê lêpirsîna xwe kûr kir û li ser îhtimala ku bûyer sûîqesteke organîzekirî be, rawestiyan.

Di vê çarçoveyê de 10 kesên ku di nava wan de kesên ku ji bo kuştinê teşwîq kiriye jî hene, hatin girtin.

Derbarê kesên hatine girtin doz hat vekirin û tê payîn ku tohmetbar 31ê Çiriya Pêşîn derkevin pêşberî dadgehê.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 106 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:36:28