CHP, MHP, AK Partî û DEM Partî: Di komîsyonê de kê çi got?
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û beşdariya 51 endamên ji partiyên siyasî cara sêyem civiya.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û beşdariya 51 endamên ji partiyên siyasî cara sêyem civiya.
Di civînê de nûnerên partiyên siyasî nexşerê û pêşniyarên xwe yên li ser pêvajoya çareseriyê pêşkêş kirin.
DEM Partî: Êdî ne dema axaftina li ser êşan e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi bîr xist ku pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke dîrokî ye û bi biryara çekdanînê re derfeteke nû derketiye holê û got:
“Em li ber deriyekî dîrokî ne. Bangek heye û rêxistinê biryara bidawîanîna li hebûna xwe û çekdanînê daye.
Rêyek vebûye, gelo mirov dikare vê yekê nebîne?
Ev rê ji Parlamentoyê re dibêje, berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe û pêdiviyên vê pêk bîne.”
Koçyîgîtê da zanîn ku divê komîsyon gavên yasayî bavêje û wiha li pey çû:
“Eger em li gorî berjewendiyên partiyan tevbigerin, em dê hemû di bin barê vê pêvajoyê de bimînin.
Êdî ne dema axaftina li ser êşan e, dema çareseriyê ye.”
AK Partî: Divê mînakên ETA û IRAyê werin lêkolînkirin
Serokwekîlê Koma AK Partiyê Abdulhamît Gul jî diyar kir ku ew dê ji bo guhdariya nûnerên civaka sivîl pêşniyaran bikin û got:
“Em dê vê pêvajoyê bi diyalog û lihevkirinê bi rê ve bibin.
Komîsyon, yek ji stûnên herî girîng ên vê pêvajoyê ye ku bi helwesta biryardar a Serokkomarê me û banga Devlet Bahçelî dest pê kiriye.
Li vê derê armanca me ew e ku em bi awayekî hevbeş nexşerêyekê amade bikin.”
Parlamenterê AK Partiyê Cuneyt Yuksel jî pêşniyar kir ku ji bo fêmkirina pêvajoyê, divê serpêhatiyên çareseriyê yên di mînakên rêxistinên ETA (li Spanyayê) û IRA (li Îrlandayê) de bên lêkolînkirin û wiha axivî:
“Divê mînakên ETA û IRAyê werin lêkolînkirin.
Pêwîst e venêrîna yasayan û lihevanîna wan bê kirin.
Divê mijarên darizandina adilane û ewlehiya hiqûqî werin nirxandin.”
CHP: Paketeke berfireh a demokratîkbûnê pêşkêş kir
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr jî di komîsyonê de “Paketa Demokratîkbûnê” ya partiya xwe ku ji 12 rûpel û 29 xalan pêk tê pêşkêş kir.
Emîr diyar kir ku ew pêvajoyê ne wekî “Tirkiyeya Bêteror” wekî “Tirkiyeya Demokratîk û Azad” dibînin û di pakêtê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên demokrasî û dadê gavên berçav hene.
Tevî ku Numan Kurtulmuş jê xwest axaftina xwe kurt bike jî, Emîr li ser xwendina tevahiya pakêtê israr kir.
MHP: Hiqûqa me ya înfazê wekî buxçeya pînekirî lê hatiye
Ji ber dirêjahiya axaftina nûnerê CHPyê, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz bertek nîşan da û got:
“Me got dema em dest pê dikin em zimanekî nû ava bikin lê me ne got em vî zimanî tenê ji bo xwe ava bikin.
Ez dibêjim hinekî însaf. Divê mirov hinekî rêzê li mirovan bigire.”
Fetî Yildiz piştre bal kişand ser “Yasaya Înfazê” û xwest ew ji nû ve were amadekirin û wiha pê de çû:
“Gelek karên me hene ku em bikin. Yek ji wan jî hiqûqa înfazê ye.
Hiqûqa me ya înfazê wekî buxçeya pînekirî lê hatiye.
Eger em vê ji serî heta binî ji nû ve nenivîsin, em nikarin ji vê rewşê derkevin.”
Nûvekirina herî dawî: 18:33:13