Siyasetmedar kîne û divê çawa bin?

22 Tîrmeh 2025 - 10:43
22 Tîrmeh 2025 - 10:43
 0
Siyasetmedar kîne û divê çawa bin?

Siyasetmedar ew kes in ku ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe bê ku berjewendiya sexsî bifikirin, kar û xebatê dikin e.

Siyasetmedar ew kes in  ku ji bona azadiya gelê xwe, bi fikir û ramanên xwe, bi cesaret û bi zanabûnên xwe li pêş in.

Siyasetmedar ew kes in ku bêhn fireh û dûr bînin. Civat û endamên xwe hembêz dikin e.

Siyasetmedar ew kes in ku hevalên xwe di nêviyê rê de nahêlin û bi karên berradayî re mijûl nabin. Ji bona yekitî û yekrêziya nava xwe kar û xebatên bê westan dikin e.

Siyasetmedar ew in ku bi nerîn û dîtinên xwe, bi cahd û berxwedanên xwe, pêşiya xebatên siyasî vedik in, endamên xwe zana dike. Ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe bê westan di nava kar dene.

Siyasetmedar ew kesin ku divê, nivîskar û rewşenbîrên xwe guhdarî bikin û di qada xebatê de, li ser nivîs, gotin û pêşniyarên wan rawestin in.

Siyasetmedar ew in ku berjewendiya gelê xwe bi ser her tiştekî xwe re girtin e. Heger berjewendiyên wan ê sexsî zerarê jî bibîne divê ya gelemperî biparêzin.

Siyasetmedar ew in ku bikaribin astengî û problemên nava endaman çareser bikin û xweşbîniyê di nava wan de geş bikin.

Siyasetmedar ew in ku bi xebat û hewlên xwe, ji bona tevger an partiyeke xurtir pêşiya ciwanan vedikin ku ew di rêvebiriya partiyê de cih bigirin. Her weha ew jî ji ciwanan re bibin alîkar da ku ew bi awayekî serbixwe, azad û rehet xebatê bikin e.

Siyasetmedar ew in ku ji bona çalakbûn û berpirsî girtina jinan xebatê dikin e. Heta ji wan tê, di nava karê partiyê de bêtir rê dide jinan e. Ji ber ku bi xebatên jinan partî bêtir bi pêşve dikeve, rastir û durustir dibe.

Siyasetmedar ew in ku, ji endamên xwe zanetir û wêrektir bin. Divê bikaribin kêşaya nava endamên xwe bi rêyên demokratîk çareser bikin.

Mirov dikare vê zêdetir jî bike, kêmaniyên hatibin ji bîr kirin, xwendevan bi xw dikarin lê zêde bike. Lê ya girîng ew e ku em îro bikaribin rewş, helwest, nerîn, dîtin û îstîqrarbûna siyasetmedarên xwe bibînin. Bizanibin bê ew çiqasî xwedî helwestên neteweyî ne.

Lê divê neyê ji bîrkirin ku ciwan hebûna neteweya xwe ne. Bi ked û xebatên wan yên xweser, dikarin miletê xwe ê bindest bighêjînin azadiya wî û welatê xwe ê azadkirî jî avadan bikin.

Lê mixabin îro ew ciwanên ku em lê digerin tune bûne an jî nehiştine. Yên hene jî, di nava rêxistinan de her salmezinek dixwazin berê wan berbi xwe de vekin da ku neyên rexnekirin.

Bi vê jî dixwazin kesên wan rexne dikin jî, bi saya ciwanên kirine ê xwe, bersîva dijberên xwe bidin.

Ji ber ku îro piraniya siyaseta azadiya bakurê kurdistanê li ser destê wan salmezinên nezan û xwedî  helwestên ne baş tê meşandin.

Heta ku ev li bakurê Kurdistanê serrast nebe, wê em û piraniya partiyên Kurdistanê jî weha lawaz bin. Partiyên lawaz jî nikarin ji bona azadiya welatekî weke Kurdistanê bi fikir û ramên qenc û neteweyî şoreşa gelê xwe bidin.

Lawazbûn, qelsî û nelihevbûna partiyên Kurdistanî, li gor min ev e. Lewra tevgereke xurt û neteweyî, bi hêz û qawet dernakev e. Heta rewşa me ev be, wê tu partiyên bi hêz û xwedî helwestên neteweyî dernekev e.

Derketandina partî an hêzek xurt, bi serpereştiya ciwanên neteweyî, li hevkirî û durust dikare pêk bê. Lê mixabin îro ew jî zehmet e.

Li bakurê Kurdistanê yên bi serê xwe weke ciwan tevdigerin tenha Platforma Ciwanên Serbixwe ne ku ew jî kêmhêz in. Weke tê xwestin alîkarî û piştgiriya wan nayê kirin. Ji ber ku her salmezinekî berpirsê partiya xwe, dixwazin ciwan di bin emrê wan de kar bike. Loma ne ew ne, ne ciwanên me û ne jî partiyên me bi sernakevin.

Bûbê Eser

 

 

124 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:06:29