Hakan Fîdan: YPG lîstikan xirab dike, tevlî sîstemê nabe

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û şandeyeke payebilind pêşwazî kirin.

13 Tebax 2025 - 17:43
13 Tebax 2025 - 17:43
 0
Hakan Fîdan: YPG lîstikan xirab dike, tevlî sîstemê nabe

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Îstixbarata Sûriyeyê Hisên El Seleme re civiya.

Piştî civînê, her du wezîran konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan YPG wekî “lîstikxirabker” bi nav kir û da zanîn ku ew hewaya erênî xirab dike.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî Îsraîl wekî gef li ser serweriya Sûriyeyê bi nav kir.

Fîdan: YPG lîstikan xirab dike

Hakan Fîdan di axaftina xwe de nîn ziman:

“Hinek hene ku ji bipêşketinên erênî yên li Sûriyeyê bêzar in.

YPG lîstikan xirab dike, tevlî sîstemê nabe û hewaya erênî xirab dike.

Li vir şerxwaziyek heye.

Em dixwazin pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bikin.

Divê rê li ber van helwestan neyê vekirin.

Hevkariyên herêmî xwedî potansiyel in ku birînên Sûriyeyê derman bikin. Di rastiyê de dibe ku zehmetî hebin.

Pêşaniya me ya sereke ew e ku ewlehiya canê gel were dabînkirin û serwerî û yekparçeyiya axa welêt nekeve metirsiyê.

Divê Sûriyeya nû welatek be ku çand tê de bi hev re dijîn lê her welat wekî me vîzyoneke avaker dernaxe holê.

Serkêşê tevliheviyan Îsraîl e.

Di bûyerên Siwêdayê de, Îsraîl bûye yek ji aktorên sereke yên tabloya tarî ya ku derketiye holê.

Divê em piştgiriyê bidin hewldanên birêvebiriya Sûriyeyê yên ji bo vejandina saziyan û gel.

Ji aliyê YPG-HSDyê ve gelek daxuyanî tên dayîn.

Ew wisa difikirin ku Peymana 10ê Adarê zêde wan girê nade.

Dibêjin pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a li Tirkiyeyê jî eleqeya wan pê nîne.

Çi eleqedar dike, maşebûna Îsraîlê?”

Şeybanî: Îsraîl gefê li me dixwe

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî di axaftina xwe de da zanîn:

“Îro Sûriye rûbirûyê pirsgirêkên nû ye.

Di serê van de gefên dubare yên Îsraîlê hene. Çav berdaye serweriya Sûriyeyê.

Îsraîl ewlehiya welatiyên me dixe xeteriyê.

Em rûbirûyê gefên rasterast û nerasterast in. Dixwazin Sûriyeyê parçe bikin.

Ji nû ve avakirina Sûriyeyê, vejandina wê gelekî krîtîk e.

Em herkesî hişyar dikin ku li Sûriyeyê alozî dernekeve. Divê welat piştgiriya me bikin.

Doh li Urdinê em bi Balyozê Amerîkayê Barrack re civiyan.

Me mijara Siwêdayê gotûbêj kir. Bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin ji aliyê Îsraîlê ve tên afirandin.

Em dixwazin pêvajoyeke aştiyane hebe.

Siwêda di dîroka Sûriyeyê de xwedî cihekî girîng e.

Durzî beşeke civaka Sûriyeyê ne. Qet niyeta me ya dûrxistina wan nîne.

Îsraîl van gotinan hildiberîne.

Sûriye ya Sûriyeyiyan e. Em dixwazin nasnameyeke Sûriyeyî hebe.”

 

Ev nûçe bi tevahî 52 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:44:15