Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser êrişên li herêmên Kurdî daxuyaniyek da
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand, ji aliyê hêzên wan ve ti êriş nehatine kirin ser taxên Helebê û ew gotegot “dûrî rastiyê ne”.

Wezaretê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi binpêkirina rêkeftina agirbestê û êrişkirina ser çeperên artêşê tometbar kir.
Birêveberiya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di bersiva pirsên ajansa Rûdawê de diyar kir ku HSDyê “bi çekên curbicur gelek êriş birine ser çeperên artêşê”.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê anî ziman:
“Hewldana herî dawî ya HSDyê, derbasbûna nav xalên artêşê yên li rojhilatê Helebê bû ku bû sedema şer û pevçûnên tund.”
Wezaret di wê baweriyê de ye ku ev alozî nîşana nepêbendbûna HSDyê bi peymana 10ê Adarê ye û tekez dike ku îstixbarata Sûriyeyê berdewam çavdêriya tevgerên wan dike.
Tevî aloziyan, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêbendbûna xwe bi çend xalên sereke ducare kir, wekî:
“Pabendbûna bi agirbesteke tam û bicihanîna xalên peymanê.
Yekxistina hêzên leşkerî di çarçoveya saziyên dewletê de.
Dabînkirina mafê beşdariya siyasî ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê.
Xebata ji bo vegera koçberan ji bo cihên xwe û redkirina hemû şêwazên dabeşkirinê.”
HSD çi dibêje?
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Hikûmeta Şamê li çend deveran liv û tevgerên provokatîf û biguman dikin û hişyarî da ku, “Eger ew di armanckirina hêzên me de berdewam bin, em dê neçar bimînin ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.”
HSDyê ragihand ku komên girêdayî Hikûmeta Şamê ev çend roj in hêzên wan provoke dikin, bi taybetî li derdora bajarokê Dêr Hafirê û gundên derdora wê.
HSDyê anî ziman:
“Tevî ku hêzên me pêbendî xweragirtinê bûne û bersiva wan provokasyonên berdewam nedane ew hêz di binpêkirina agirbestê de berdewam in.
Eger ew di armanckirina hêzên me de berdewam bin, em dê neçar bimînin di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.”
Derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de hat gotin ku komên girêdayî hikûmetê li wir jî kom bûne û xalên kontrolê zêde kirine û dron jî berdewam li asmanê her du taxan digerin ku ev yek wekî “provokasyoneke eşkere” hatiye binavkirin.
Li gorî HSDyê, ev hewldan binpêkirina agirbestê ne û li dijî ruhê wê rêkeftinê ne ku Encûmena Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 1ê Nîsana borî li gel Hikûmeta Şamê îmze kiribû û ev yek bûye cihê nerazîbûna şêniyên her du taxan û ewlehiya welatiyên sivîl xistiye metirsiyê.
HSD daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dike ku “tevgerên wan hêzên derqanûnî kontrol bike” û rê nede ku bibin sedema “têkçûna rêkeftin û lihevkirinên di navbera me de hatine îmzekirin”.
Her wiha daxwaz kir ku ji gavên ku aloziyan zêde dike dûr bikevin û aştî û aramiya civakî li bajarê Helebê û deverên din biparêzin.
Heman rojê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku doh nîvro droneke bombebarkirî ya hikûmeta Sûriyeyê” li derdora Şêx Meqsûdê, xaleke wan kiriye armanc û di encamê de du endamên wan birîndar bûne.
Nûvekirina herî dawî: 19:10:22