Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê berê yê Amerîkayê kir û bi xêrhatina konsula nû kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê Gwendolyn Green û Konsulê Giştî yê berê Steven Bitner pêşwazî kirin.

11 Tebax 2025 - 10:37
11 Tebax 2025 - 10:37
 0
Nêçîrvan Barzanî spasiya Konsulê berê yê Amerîkayê kir û bi xêrhatina konsula nû kir

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî ji bo xebatên wî Steven Bitner kir û ji bo serkeftina erkê wê piştgiriya xwe ji Gwendolyn Greenê re nîşan da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi xêrhatina Konsula nû ya Amerîkayê Gwendolyn Greenê kir, pîrozbahî lê kir û ji bo serkeftina erkê wê, hemû piştgiriya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya Konsulê berê Steven Bitner kir û rola wî ya di bipêşxistina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de kir û tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevbeş kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê berê yê Amerîkayê Steven Bitner jî spasiya Nêçîrvan Barzanî û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di dema karê wî de piştgirî dane wî.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:53