Amerîka: Sûriyeyî dikarin biryarê li ser federalîzmê bidin
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku mijara federalîzmê wekî çareseriyek ji bo paşeroja Sûriyeyê, ji Sûriyeyiyan bi xwe re tê hiştin û ev mijarek e ku divê xelkê Sûriyeyê biryarê li ser bide.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde yên li ser sîstema federalîzmê û xwerêveberiyê bersivandin.
Tammy Bruceyê da zanîn ku biryardayîna li ser vê mijarê “pêwîstî bi wê heye ku mirov li cewhera wê yekê binêre ka çi tişt guncav e û çi ne guncav e”.
Tammy Bruceyê diyar kir ku divê Sûriyeyî bi xwe li ser biryarê bidin û anî ziman:
“Eşkere xelkê Sûriyeyê xwe wekî Sûriyeyî dibînin.
Ev mijar beşek ji gotûbêjên li ser avakirina hikûmeteke ku nûnertiya hemûyan bike bûye.”
Tammy Bruceyê tekezî li ser wê yekê kir ku di vê qonaxê de tiştê ji bo Amerîkayê girîng e, peydakirina aramî û aştiyê li Sûriyeyê û piştre avakirina hikûmeteke ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan bike ye, çimkî “dîrokê nîşan daye ku eger hinek alî ji çemberê werin derxistin, çi diqewime”.
Bruceyê amaje pê kir ku nirxandinên Amerîkayê yên ji bo vê rewşê dê berdewam bin û ew niha dixwazin aramiyê vegerînin Sûriyeyê û “piştre dê were nirxandin ka kîjan pirsên din hene ku pêwîstî bi çareseriyê heye”.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê pirsa Diyar Kurde bersivand:
Derbarê gava bê ya li Sûriyeyê û çareseriya demdirêj, gelo hûn bawer dikin ku tekane rêya bipêşveçûnê tevlîbûna hemû alî û pêkhateyan bi hikûmeteke navendî re ye, yan aloziyên vê dawiyê nêrîna we guherandiye û hûn bawer dikin ku federalîzm û cureyek ji xwerêveberiyê çareseriyên guncav in?
Tammy Bruce: Beşek ji destpêkirina tiştekî wiha nû ew e ku mirov binêre ka çi tişt bi ser ketiye û çi bi ser neketiye. Bê guman, xelkê Sûriyeyê xwe wekî Sûriyeyî dibînin. Ev mijar, li gorî ku ez dizanim, beşek ji gotûbêjên li ser avakirina hikûmeteke ku nûnertî û beşdariya hemûyan tê de hebe bûye. Bê guman, divê şêwaza avakirina her hikûmetekê ji aliyê xelkê wî welatî ve were diyarkirin. Lê divê derfet hebe ku ji tiştên bingehîn dest pê bike ku ew jî aramî, binesazî û hinek aştî ye. Ji ber vê yekê divê li ser aramiyê were xebitandin. Diyar e ku biryar di destê xelkê Sûriyeyê de ye lê awayê pêkanîna wê girîng e. Ji ber ku me dîrok dîtiye. Em dizanin dema her kes beşdar nebe çi diqewime. Ev karê herî zehmet ê cîhanê ye ku divê ji kesên wekî Balyoz Barack, Serok Trump û Wezîr Rubio re were hiştin.
Ji bo ku em rast fêm bikin, ev tê wateya ku Amerîka ne li dijî federalîzm û xwerêveberiyê ye ji bo paşeroja Sûriyeyê?
Ez dê zêdetir şîrove nekim, ez tenê behsa fikra hewldana ji bo bidestxistina aramiyê û beşdariya hemû xelkê Sûriyeyê dikim, bêyî ku bikevim nav hemû hûrgiliyan an ka dê çi biryar were dayîn. Ew ne karê min e. Ji ber vê yekê ez li ser wê yekê şîroveyan nakim.
Nûvekirina herî dawî: 19:39:39