Komîsyona Parlamentoyê dê bi Dayikên Aştiyê û malbatên leşkeran re bicive

Komîsyona "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya Parlamentoya Tirkiyeyê, piştî civîna xwe ya sêyemîn a duh Sêşemê, biryar da ku di civîna xwe ya bê de, bi aliyên ku ziyan ji şer dîtine re rûne.

13 Tebax 2025 - 11:07
13 Tebax 2025 - 11:07
 0
Komîsyona Parlamentoyê dê bi Dayikên Aştiyê û malbatên leşkeran re bicive

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, komîsyonê biryar daye ku di civîna xwe ya çaremîn de, ku dê di 19 û 20ê Tebaxê de were lidarxistin, ligel beşek ji "Dayikên Aştiyê" yên ku zarokên wan "çûne çiyê" û malbatên wan leşkerên ku di şerê di navbera dewleta Tirkiyeyê û PKKê de canê xwe ji dest dane, rûne.

Herwiha, tê payîn ku Wezîra Malbat û Karûbarên Civakî ya Tirkiyeyê, Mahînûr Ozdemîr Goktaş jî beşdarî vê civînê bibe.

Armanca sereke ya karê vê komîsyonê, amadekirina zemîneke yasayî ye ji bo pêvajoya aştiyê. Komîsyon ji bo çaksazî û guhertina hin yasayan dixebite, bi taybetî jî ji bo dîtina çarçoveyeke yasayî ku rê li ber danîna çekan a PKKê veke.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:33:59