Duran Kalkan: Me gavên dîrokî avêtin, niha dor a Tirkiyeyê ye
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan ragihand ku gerîlayan bi merasîma şewitandina çekan îsbat kiriye ku ew ji bo têkoşîna siyasî ya demokratîk amade ne û tekezî li ser pêwîstiya derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê kir

Duran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê de li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê nirxandinên berfireh kir.
Berpirsê payebilindê yê PKKyê Kalkan da zanîn ku wan gavên dîrokî avêtine û êdî dor a Tirkiyeyê ye
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan amaje bi peyama Ocalan kir û got:
“Piştî 26 sal û 10 rojan, dîtin û bihîstina dengê Rêber Apo bi rêya vîdeoyê, dîrokî bû û me hemûyan xist nav kelecaneke mezin.
Ev yek encama têkoşîna 27 salan a li dijî komploya navneteweyî bû û îsbat kir ku hewldanên me bêencam nemane.
Baweriya me ti carî bi mayîndebûna sîstema şkenceyê ya Îmraliyê nehat.
Pêvajoyê careke din îsbat kir ku çareserî bi Rêber Apo dibe lêbelê divê em ji bîr nekin ku di şert û mercên Rêber Apo de guherîneke cidî çênebûye û sîstema rehînetiyê berdewam dike.
Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî xurtir bidome, ji ber ku tenê têkoşîn dikare encamê bîne.”
"Gerîla bi şewitandina çekan peyamek da"
Duran Kalkan amaje bi merasîma şewitandina çekan jî kir û got:
“Bangewaziya Rêber Apo di 9ê Tîrmehê de wekî destpêkekê bû û merasîma 11ê Tîrmehê ew temam kir.
Ez hemû hevalên jin û mêr ên ku bi awayekî serkeftî û bi disîplîn bersiv dan bangê pîroz dikim.
Em spasiya hemû kesên ku keda wan di vê xebatê de heye dikin. Bi taybetî em spasiya rêveberiya YNKyê dikin ku wekî mazûvan bûn û her wiha em spasiya PDKyê jî dikin ku piştgirî dan.
Vê merasîmê rastiya gerîlayên Apoyî nîşan da. Gerîla îsbat kir ku ew ne evîndarê çekê ye û ji neçarî serî li têkoşîna çekdarî daye.
Dema derfet çêbibe, ev gerîla dikare têkoşîna siyasî ya demokratîk bi awayê herî bibandor bimeşîne. Bi vê merasîmê re, gerîlayan çekdanîna xwe eşkere kir."
"Komisyon divê ne wekî ya 2013yan be"
Kalkan behsa amadehiyên avakirina komîsyona li parlamentoyê jî kir û got:
Avakirina komisyonê baş e lê divê ji xeletiyên komisyona 2013-14an ders bê standin. Ew komisyon bêfonksiyon ma.
Divê ev komisyon bi vî rengî nebe. Divê komisyon bi rû bi rû bûna paşerojê re mijûl bibe.
Divê qanûnên çareseriyê yên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan derxîne. Divê li dijî nêzîkatiyên nijadperest û şoven ên ku dijminatiya Kurdan dikin bisekine. Me wekî tevger gavên herî girîng avêtin. Niha dora komisyonê û parlamentoyê ye. Heke komisyon gavên erênî bavêje, em dê bi awayekî zêdetir bersivê bidin.”
Nûvekirina herî dawî: 19:37:25