Karayilan li ser pêvajoyê axivî: Gelo dê YPG û PJAK jî çekan deynin?
Endamê Komîteya Birêvebir a PKKyê Murat Karayilan diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê tê wateya "dawîanîna teqez a li stratejiya têkoşîna çekdarî."

Karayilan derbarê danîna çekan a YPG û PJAKê de jî diyar kir ku çekdanîn mijareke taktîkî ye û divê her welat li gorî şert û mercên xwe bê nirxandin.
Murat Karayilan di hevpeyvîna ku di Stêrk TVyê de hat weşandin de, pêvajoya çareseriyê nirxand û behsa qonaxa ku pêvajo gihiştiyê û hêviyên ji bo paşerojê kir.
"Şewitandina çekan guherîneke stratejîk e"
Karayilan merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê wekî "gaveke dîrokî û watedar" bi nav kir.
Karayilan tekez kir ku ev çalakî ji bo wan tê wateya bidawîkirina fermî û fiîlî ya stratejiya têkoşîna çekdarî û got:
"Me heta niha li ser çekan sond dixwar. Lê belê niha me çek şewitandin. Ev tê wateya ku di bingeha stratejîk de guherînek çêbûye. Ev peyameke girîng e."
Karayilan destnîşan kir ku wan pêdiviyên banga Ocalan bi cih anîne û wiha pê de çû:
"Niha divê dewleta Tirk jî pêdiviyên banga Bahçelî bi cih bîne. Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe."
“Divê Ocalan tenê li Îmraliyê nemîne, bikaribe biçe her derê”
Karayilan anî ziman ku di navbera aliyan de pirsgirêka baweriyê heye û got ku azadiya Ocalan dê zemîneke baweriyê ava bike.
Karayilan got, "Divê Rêber Apo azad bibe û tenê li Îmraliyê nemîne, bikaribe biçe her derê. Divê azad be; nabe ku herêmek jê re bê diyarkirin."
“Divê nêrînên me jî werin wergirtin”
Karayilan komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin wekî gaveke erênî lê bi derengmayî nirxand û got ku navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurdan parlamento ye.
Karayilan wiha axivî, “Helbet em aliyekî vê meseleyê ne; divê nêrînên me jî werin wergirtin.”
Karayilan got, “Muzakerevanê me yê sereke Rêber Apo ye” û tekez kir ku divê Ocalan tevlî pêvajoyê bibe.
Karayilan wiha pê de çû, “Lê divê ev yek bê zanîn, eger muzakerevanê sereke, ango muxatabê sereke di zindanê de be, aştî di nava civakê de bi pêş nakeve.”
"Navnîşana çareseriyê parlamentoyê ye"
Karayilan avakirina komîsyonê ya di bin sîwana Meclîsê de wek "gaveke erênî û di cih de ye her çend bi derengî ketibe jî" nirxand û hêvî kir ku komîsyon bi ser bikeve.
Karayilan anî ziman ku divê partiyên siyasî li şûna berjewendiyên partîtî yên teng û hesabên dengan, berjewendiyên Tirkiyeyê esas bigirin û got:
"Mijar, mijareke xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji ber vê yekê jî pêdivî bi nêzîkatiyeke stratejîk heye."
Karayilan pirsî, “Ma ne hewce ye ku Mafê Hêviyê ji bo kesekî ku pêvajoya aştiyê bi pêş xistiye, teoriya wê afirandiye û rol û mîsyona xwe bi awayekî yekalî bi cih aniye, bê naskirin û li parlamentoya Tirkiyeyê sererastkirinên yasayî bên kirin?” û got ku divê zagon li gorî vê yekê bên sererastkirin.
Mafê hêviyê ji bo Ocalan
Karayilan bi bîr anî ku Konseya Ewropayê ji bo naskirina "Mafê Hêviyê" biryar daye û wiha axivî:
“Sala borî Konseya Ewropayê salek dem da Tirkiyeyê. Di Îlonê an Çiriya Pêşîn de ew dema ku ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn diqede.
Eger Tirkiye yasayên xwe li gorî Mafê Hêviyê sererast neke, divê Konseya Ewropayê cezayê bide Tirkiyeyê.”
Berfirehiya banga bêçekbûnê
Karayilan amaje bi nîqaşên li ser wê yekê kir ku gelo banga Ocalan a çekdanînê ji bo pêkhateyên din ên girêdayî PKKyê jî derbasdar e yan na û cudahiyeke girîng xiste navberê.
Wî got ku bi banga Ocalan re stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û ev yek ji bo her kesê ku bi xeta wî bawer dike derbasdar e.
Karayilan got, “Ji bo me êdî stratejî ne têkoşîna çekdarî û şer e, siyaseta demokratîk e. Ev ji bo her kesî derbasdar e.”
Lê belê Karayilan diyar kir ku çekdanîn mijareke taktîkî ye û divê her welat li gorî şert û mercên xwe bê nirxandin.
Karayilan got, "Banga Rêber Apo ne bi şêweyê ‘çekan deynin û xwe li hemberî îmhayê vekirî bihêlin’ e" û da zanîn ku ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karibin çekan deynin, divê ewil li Sûriyeyê destûr û sîstemeke hiqûqî ya ku baweriyê bide hebe û ji bo PJAKa li Îranê jî rewşeke bi heman rengî derbasdar e.
Nûvekirina herî dawî: 19:32:26