Li Geverê berf barî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê berf barî û li ber hatin û çûnê zehmetî çê kir.

5 Çile 2023 - 11:19
5 Çile 2023 - 11:19
 0
Li Geverê berf barî

Barîna berfê li navçeya Geverê îro serê sibehê destpê kir. Li gor zanyariyan, barîna berfê heta demekê dom kir û li navçeyê bi qasî 10 santîmetreyan berf bariye.

Ji ber barîna berfê, xelkê herêmê kêfxweş bûn, lê li aliyekî din bi barîna berfê di hatin û çûnê de zehmetî û astengî çê bûn.

Tîmên şaredariyê û ekîbên ser bi Rêveberiya Şaxa 117an a Rêyan ve li ser rêyan xebatên paqijkirina berfê dest pê kirin.

Herwiha ji ber ku helîna berfê û şilbûna rêyan, ekîbên trafîkê hişyarî dan ajokaran ku baldar bin.

Tevî ku ew demek e werza zivistanê li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, lê belê heta niha li piraniya herêman berf nebariye, û tenê li hin çiyayên bilind tozikek berf bariye.

Ev nûçe bi tevahî 1595 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:33:59