Kurdên Li Ewropa!!! Peran Bişînin!!!

Piştî hukmê leşkerê ku li tirkî yê û li Kurdistanê di sala 1980ê pêk hatibû. Gelek ji me şoreşger û welatparêzên wê demê ji bona neyên girtin û kuştin piranî ji mecbûrî welatê xwe terikandin û gelek jî piştî ku ji zîndanê derketin, bi kuçe û kolanên ewropa ketin.Di wan kuçe û kolanan de çi hat û dihat serê wan nanivîsînim.
Em hê xwîngerm û baweriya me xurt bû ku em ê rojekê vegerin. Mil bi milên hevalên li welêt, şoreşa me ya nivco mabû temam bikin. Nivşê me yên wê demê ku em ê heta heta yê li kuçe û kolanên ewrop bijîn, nedifikirîn.
Loma jî çi ji kê dihat, me alîkariya partî û rêxistinên xwe kir. Gelekan ji me ji malbatên xwe re pere nedişandin. Difikirîn ku wê di demek nêzde hevalên wan yên li welêt dest bi şoreşê bikin û em ê jî vegerin. Loma jî piraniya me bi alîkariyên mezin pîbarî partî, rêxistin û hevalbendên xwe ve rabûn.
Ji bilî alîkariya endam, nas û dostan, em salê carekê bi navê alîkariya partî û hevalbendên me yên li welêt, me pere top dikir. Ji sala 1900 heta sala 2000 ez bi xwe jî di nava vî karî de bûn. Her sal bi navê kampaya yê me pereyekê zêde zêde ji hevalên welêt re dişand.
Me digot heval li welêt in. Îmkanên wanî aborî tune ye ku karên xwe yê siyasî baş pêk bînin. Bi salan ev hal her berdewam kir. Heta min bi xwe jî çend caran nivîsê û got: ”Hevalên li welêt perên em ji we re dişînin pê karekî bikin da ku hûn bê pere nemînin. Hatinên ji ewropa dikare rojekê biqede”. Hezar mixabin kesan guhdarî nekirin û her fêrî perên hazir bû bûn ku bi wî an bi wan pereyan diçûn mirî ziyaret dikirin. Di şîn û şahiyan de bi perên ji ewropa ji wan re diçû pesnên xwe didan.ûhwd
Hezar mixabin bi wan pereyên ji ewropa ji wan re diçû, karekî cidî ku me re pê baweriyê bîne nekirin. Bi wan pereyên ji wan re diçû nebûn xwedî sermiyanekî da ku pêwîstiya wan ji ewropa nemîne. Tim hesabên xwe li ser pereyên ji ewropa ji wan re diçû dikirin. Ew perê ku diçû hemî virtî vala û bedilhawa çû. Îro bê pere mane û dîsa gazî û hawara wan e ku çima yên ewropa ji wan re peran naşîne. Helbet em dîsa alîkarî dikin, lê ne weke berê.
Bi rastî jî Kurdên li ewropa fedekariyên mezin kirin. Lê vala çû. Îro jî gelek ji me êdî em bê taqat mane. Aboriya me ne weke berê ye. Îro rewşa gelek hevalên li welêt ji ya me baştir bû ye. Zarokên gelekan xwendine û bûne xwedî karên baş. Lê mixabin kesek alîkariyê nadin. Ji ber ku fêrî pereyên ewropa bûne.
Hin ji kurdên li ewropa jî halê wan xweş bû ne. Dewlemend bûne loma ew jî tim avê berra ser aşê vala yên li welêt didin û dibêjin. ”Ma her kurdek nikarin 500kronê Swêdî (50 dolar) bidin”. Belê ji bona kesên weha ev ne pereyekî pir e. Dema ku weha dinivîsîne û dibêje gelo rewşa kesên din difikirin?
Ya din jî bi salan e ku gelek canik û camêran pereyên zêde zêde dane. Lê tu encam an kar û xebatên li ber çavan nedîtine ku alîkariyên xwe berdewam bikin. Êdî ew jî aciz bûne.
Divê êdî em li ser pere şandina kurdên ewropa bifikirin û bêjin, gelo çima êdî alîkarî weke berê nare. Helbet nare ji ber ku eva zêdetirî sî salan ku kurdên ewropa her alîkariya hevalên xwe yên welêt kirine, lê tu encam tune ye.
Daxwaza min ji kesan ew e ku bes dev bavêjin kurdên ewropa. Bi rastî jî kurdên ewropa fedekariyên mezin kirine. Kes behsa wê nakin. Me gelekan ji qirika xwe ya zarokên xwe qut kirin ji hevalên welêt re şandin. Lê îro li şûna wê fedekariya kesên li ewropa, tiştekî tune ye.
Hêvî û rica min ew e ku dema behsa alîkariyê bû, êdî kurdên ewropa kêm nebînin. Wan bi hemî hêza xwe alîkariya hevalên xwe yên welêt kirine. Lê li şûna wê tiştek tune ye. Niha jî rewşa gelekên li welêt ji kesên li ewropa baştir e. Çima kes behsa wan nake?
Zarokên gelekan xwedî maaşên (mûçe) baş in. Bila alîkariya bavê xwe bikin. Ew bavên ku bi salan e xwe fêrî perên ji ewropa kirine bila fêr bibin ku êdî dawî li wan tê. Ma heta kengî ewropa. Heger em li hev rûnên û bi hevre muhasebeya vê bikin wê gelek tiştên ecêb derkeve holê. Pereyên ku hatin dizîn, pereyên ku li ser navê partiyê sexsî bi kar hatine anîn. Heger em binivîsînin dawî lê nayê. Kes behsa vana nakin. Hema dibêjin yên li ewropa peran bişînin…
Gelek ji serok û rêberên hin partiyan perên ji ewropa ji wan re çûne xwarine, lê kes behsa vê nake û hesab jî ji wan napirsin. Êdî her tişt eşkere û zelal e. Heger em rastiyê binivîsînin wê agir bi mala hinan bikeve.
Bûbû Eser
Nûvekirina herî dawî: 16:39:19