HSD û artêşa Sûriyeyê hev tohmetbar dikin: Çi dibe?
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku doh du komên şervanên HSDyê derbasî herêmên di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de yên li Til Maizê ya rojhilatê Helebê bûne û di encama şer de leşkerekî artêşa Sûriyeyê hatiye kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li çend deveran liv û tevgerên provokatîf û biguman dikin û hişyarî da ku, “Eger ew di armanckirina hêzên me de berdewam bin, em dê neçar bimînin ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.”
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ku nusxeyek jê ji Rûdawê re hatiye şandin, hatiye gotin:
“Yekîneyên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê, di çarçoveya rêbazan de bersiv da çavkaniya guleyan, rê li ber derbasbûnê girt û ew hêz neçar kir ku ber bi çeperên xwe ve vekişin.”
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê anî ziman:
“Ev aloziya nû di demekê de ye ku hêzên HSDyê li ser armanckirina çeperên artêşê yên li Minbic û Dêr Hafirê berdewam in.
Her wiha hinek rêyên bajarê Helebê bi awayekî neberdewam û rojane li ser sivîlan digirin û bi vê yekê hemû lihevkirin û rêkeftinên bi Hikûmeta Sûriyeyê re piştguh dikin.”
10ê Adara îsal Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer peymanek ji bo yekxistina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê îmze kiribû lê heta niha di bicihanîna peymanê de ti pêşketin çênebûne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê da zanîn:
“Em tekezî li ser pêwîstiya pêbendbûna HSDyê bi wan peymanan ku li gel dewleta Sûriyeyê hatine îmzekirin dikin.
Her wiha rawestandina derbasbûn, bombebaran û tacîza ku endamên artêşê û xelkê sivîl li bajarê Helebê û gundewarên din dike armanc.
Berdewamiya li ser van kiryaran dê encamên nû bi xwe re bîne.”
Wezaretê di bersiva pirsa Rûdawê ya derbarê hebûna pêwendiyan di navbera wan û HSDyê de ragihand:
“Ev pêwendî ne bi me ve girêdayî ye, bi komîteya ku ji bo bicihanîna peymana hevbeş hatiye erkdarkirin ve girêdayî ye.”
HSDyê daxuyanî da
Ev daxuyanî di demekê de ye ku şeva borî HSDyê ragihandibû, hêzên Hikûmeta Şamê li çend deveran liv û tevgerên provokatîf û biguman dikin û hişyarî dabû ku, “Eger berdewam bin li ser armanckirina hêzên me, em dê neçar bimînin ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.”
HSDyê ragihand ku komên girêdayî Hikûmeta Şamê ev çend roj in hêzên wan provoke dikin, bi taybetî li derdora bajarokê Dêr Hafirê û gundên derdora wê.
HSD anî ziman:
“Tevî ku hêzên me pêbendî xweragirtinê bûne û bersiva wan provokasyonên berdewam nedane ew hêz di binpêkirina agirbestê de berdewam in.
Eger ew di armanckirina hêzên me de berdewam bin, em dê neçar bimînin di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.”
Derbarê rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de hat gotin ku komên girêdayî hikûmetê li wir jî kom bûne û xalên kontrolê zêde kirine û dron jî berdewam li asmanê her du taxan digerin ku ev yek wekî “provokasyoneke eşkere” hatiye binavkirin.
Li gorî HSDyê, ev hewldan binpêkirina agirbestê ne û li dijî ruhê wê rêkeftinê ne ku Encûmena Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 1ê Nîsana borî li gel Hikûmeta Şamê îmze kiribû û ev yek bûye cihê nerazîbûna şêniyên her du taxan û ewlehiya welatiyên sivîl xistiye metirsiyê.
HSD daxwazê ji Hikûmeta Sûriyeyê dike ku “tevgerên wan hêzên derqanûnî kontrol bike” û rê nede ku bibin sedema “têkçûna rêkeftin û lihevkirinên di navbera me de hatine îmzekirin”.
Her wiha daxwaz kir ku ji gavên ku aloziyan zêde dike dûr bikevin û aştî û aramiya civakî li bajarê Helebê û deverên din biparêzin.
Heman rojê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ragihand ku doh nîvro droneke bombebarkirî ya hikûmeta Sûriyeyê” li derdora Şêx Meqsûdê, xaleke wan kiriye armanc û di encamê de du endamên wan birîndar bûne.
Nûvekirina herî dawî: 19:21:56