Encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin: YNK û PDKyê çend kursî bi dest xistin?

Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamê dawiyê yê hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê ragehand, Kurdan di wê civatê de heft kursî bi dest xistine û li ser astê pêkhatan jî piraniya dengan bi dest xistine.

29.12.2023, Cum - 05:55

Encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin: YNK û PDKyê çend kursî bi dest xistin?
Nuçe Belav bike

Duh êvarê (Pêncşem, 28ê Bderçileya 2023ê) Komisyona Hilbijartinan ragehand, 559 hezar û 221 dengên durist di hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê de hebûn ku hemî kursiyên wê civatê dibin 16 kursî (11 kursî ji bo mêran, 4 kursî ji bo kutaya jinan û yek kursî jî ji bo pêkhata Kiristiyanan).

Li gor encamên aliyan, hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye bi 157 hezar û 649 dengan pileya yekê bi dest xistiye û bûye xwediya pênc kursiyan li Civata Parêzgeha Kerkûkê ku namzedên wê yên serkeftî ev in; Neşet Şahwêz Xurşîd, Rêbwar Teha Mistefa, Ehmed Fatih Mistefa û Hoşyar Hicran Necmedîn.

Herwesa lîsta PDKyê 52 hezar û 278 deng bi dest xistine û bûye xwediya du kursiyan li Civata Parêzgeha Kerkûkê ku namzedên wê yên serkeftî ev in; Hesen Mecîd Reşîd û Şoxan Hesîb Hisên.

Hevpeymaniya Erebî 102 hezar û 558 deng bi dest xistine û bûye xwediya sê kursiyan li Civata Parêzgeha Kerkûkê ku namzedên wê yên serkeftî ev in; Rakan Seîd Ciborî, Ehmed Ebdulwahid Emîn Qasim Hemdanî û Selwa Ehmed Meydan Hisên Mefrecî.

Bereyê Tirkmenî 75 hezar û 196 deng bi dest xistine û bûye xwediya du kursiyan li Civata Parêzgeha Kerkûkê ku namzedên wê yên serkeftî ev in; Ehmed Remzî Kerîm û Sewsen Ebdulwahid Şakir.

Hevpeymaniya Qiyadeyê 61 hezar û 612 deng bi dest xistine û bûye xwediya du kursiyan ku her du namzedên wê yên serkeftî ev in; Reed Salih Ciborî û Mihemed Îbrahîm Sebahî.

Hevpeymaniya Urûbeyê jî bi 47 hezar û 919 dengan bûye xwediya kursiyekê û namzedê wê yê serkeftî jî Zahir Enwer Asî Ubeydî ye.

Kursiya kutaya pêkhata Kiristiyanan li Civata Parêzgeha Kerkûkê jî ji bo Incîl Ziya Şîba ji Bizava Babilyonê bi hezar û 703 dengan yekalî bû.

Di eynî demê de Livîna Nû ku bi lîsteka serbixwe tevlî hilbijartinan bûbû, 25 hezar û 910 deng bi dest xistine û nebûye xwediya çi kursiyan. Herwesa hevpeymaiya Meşxela Kerkûkê (Yekgirtû û Komel) jî şeş hezar û 879 deng bi dest xistine.

Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehan hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:25:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x