Îraqê li ser biryara 'kêmkirina karmendan' a Amerîkayê daxuyanî da

Hikûmeta Îraqê li ser biryara Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê ya kêmkirina karmendên xwe yên li Bexdayê daxuyanî da û got, “Li aliyê Îraqê ti rewşên ewlehiyê yên ku vekişîna karmandên Amerîkayê pêwîst bike nînin.”

12.06.2025, Per - 11:35

Îraqê li ser biryara 'kêmkirina karmendan' a Amerîkayê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Çavkaniyê berpirsyar ê Hikûmeta Îraqê ji medyaya fermî ya Îraqê re ragihand:

“Hemû şandên dîplomatîk ên Erebî û biyanî yên li Îraqê di rewşeke bi tevahî aram de kar dikin, berfirehtirîn cihê kar ji wan re hatiye afirandin.”

Her wiha destnîşan kir ku hemû nîşaneyên ewlehiyê piştgirî didin asta aramiyê û pêkanîna ewlehiya navxwe ya li Îraqê bilind in.

Çavkaniyê ji Hikûmeta Îraqê li ser hinceta ewlehiyê ya ji bo kêmkirina karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê anî ziman:

“Li aliyê Îraqê ti rewşên ewlehiyê yên ku vekişîna karmandên Amerîkayê pêwîst bike nînin.”

Her wiha hat ragihandin, kêmkirina karmendên nepêwîst ên Balyozxaneya Amerîkayê têkildarî wan tedbîran e ku taybet in bi hebûna Amerîkayê ya li herêmê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 45 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:53:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x