Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê amadekariyên valakirinê dike

Ajansa nûçeyan a “Reuters” ragihand, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê, dest bi amadekariyên valakirinê dike.

12.06.2025, Per - 11:30

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê amadekariyên valakirinê dike
Nuçe Belav bike

Ajansa Reutersê duh 11ê Hezîrana 2025an, li ser zimanê jêderên Iraqî û Amerîkî belav kiriye, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên zêde bûne, dest bi amadekariyên valakirinê dike.

Ajansa Reutersê ragihand ku Amerîkayê ji ber metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê amadekariya valakirina balyozxaneya xwe ya li Îraqê dike.

Hat ragihandin ku 3 çavkaniyên Amerîkî û du yên Îraqî amadekarî daye zanîn ku di heman demê de berpirsekî din ê Amerîkî destnîşan kir, dibe ku malbatên leşkeran jî ji Behreynê derkevin.

Çavkaniyan destnîşan nekir ka kîjan metirsiyên ewlehiyê bûne sedema biryara amadehiya valakirinê.

Serokê Amerîkayê Donal Trump berê gotibû ku eger dan û standinên nukleerî bi peymanekê bi encam nebin, ew dê Îranê “bi awayekî ku heta niha nehatiye dîtin bombebaran bikin”.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade, bertek nîşanî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û destnîşan kir ku hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê di nava menzîla mûşekên Îranê de ne.

Berpirsekî Amerîkî ji Reutersê re got:

“Wezareta Karên Derve amade dibe ku fermana vekişîna ji balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bistîne.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê heta niha ti daxuyanî li ser mijarê nedane.

Berpirsekî din ê Amerîkî jî diyar kir ku ti guhertin di operasyonên Baregeha Hewayî ya El Udeydê ya li Qeterê de nînin.

Baregeha leşkerî ya Amerîkî ya herî mezin a li Rojhilata Navîn e.

Her wiha hat diyarkirin ku Balyozxaneya Amerîkayê ya Qeterê kar û xebatên xwe yên asayî berdewam dike û ti fermanên vekişînê ji bo karmend û malbatên wan nehatine dayîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:43:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x