Hikûmeta Kurdistanê: Em li hemberî biryara Dadgeha Federal rêzdarin!

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand, ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digrin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.

14.11.2017, Sal - 09:55

Hikûmeta Kurdistanê: Em li hemberî biryara Dadgeha Federal rêzdarin!
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, roja 6'ê Mijdarê, biryara jimare 122 derxistibû û madeya yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû.

Di vê raveyê de hatibû diyarkirin, “Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye.”

Di derbarê vî mijarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva vê raveyê de ragihand: “Herêma Kurdistanê herdem tekez kiriye, ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilata federal û herêmê de, pabendê rê û rêbazên destûrî û yasayî ye.”

Di berdevama daxûyaniyê de hate destnîşankirin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya destpêşxeriya Seyîd Elî Sîstanî, kesayetên Iraqî û welatên dost dike, ku dixwazin ji bo çareseriyê vegerin Destûra Iraqê.

Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: “Em rêzê ji vê ravekirina madeya yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin. Di heman demê de tekez dikin, ku bi baweriya me divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogekî nîştîmanî ya giştî. Cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankiirn. Rêya tenê ya garantîkirina yekîtiya Iraqê yak u di madeya yekemîn de jî hatiye destnîşankirin, ev e.”

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:18:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x