Ji YNK'ê komek nefta Kerkûkê bi tankeran vediguhêze Îranê!

Berdevkê Encûmena Rêveberiya Kerkûk-Germiyan ê PDKê aşkera kir, hejmarek berpirsên YNKê yên di gruba Kerkûk radestî milîsên heşdî şeibî kiribûn, bi tankeran nefta Kerkûkê bo Îranê vediguhêzin û bi nirxeke kêm difroşin.

02.11.2017, Per - 11:25

Ji  YNK'ê komek nefta Kerkûkê bi tankeran vediguhêze Îranê!
Nuçe Belav bike

Berdevkê encûmena rêveberiya Kerkûk-Germiyan ê PDK'ê Ednan Kerkûkî di axaftina xwe ya ku li gel BasNews'ê de pêkaniye ragehand: ‘’Piştî vekirina deriyê sînorê Başmaxê, naha tenê ew derî hatiye vekirin û tanker dubare ketine tevgerê û di wê derê re neftê dibin Îranê.’’

Her wiha Kerkûkî ew yek jî diyar kir, li bîra neftê ya Keywan li Kerkûkê 16 bîrên neftê hene ku her 20 hûrdeman carekê tankerek 36 hezar lître tejî dikin û ber bi Başmaxê ve rêdikin û ji wê derê jî derbasî Îranê dibin. Û got: ‘’Tanker li berçavê xelkê bo Başmax û ji wê derê jî bo Kirmaşan û navçeyên din ên Îranê re tên rêkirin, herwaha ew neft bi nirxeke pir kêm tê firotin.’’

Ednan Kerkûkî aşkera kir, çend berpirsên diyar ên wê gruba YNKê yên Kerkûk radestî milîsên heşdî şeibî kirin, li gel Îranê û milîsan di henarde kirina wê neftê de sûd werdigrin.

Ednan amaje bi vê yekê jî kir, bendewarî hene ku nefta zêdetir a Kerkûkê bi rêya tankeran ve rêkin aliyê din. Ji ber ew gruba YNKê gelek kesên şaraza li gel xwe birine Kerkûkê, ku nefta zêdetir rêbikin Îranê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x