Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya û di civînê de gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî got, "Li Bexdayê bi awayekî nerewa, nedadperwerane, cudakar û nedestûrî dan û standinê bi Herêma Kurdistanê t re dike.”
Mesrûr Barzanî got, "Îraq welatekî federalî ye û Herêma Kurdistanê jî xwedî statuyeke destûrî ye û divê rêz li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin."
Wî tekezî li ser wê yekê jî kir ku "Herêma Kurdistanê ti carî dev ji ti mafê xwe yê destûrî bernade."
Alîkarê Serokê PDKyê behsa dan û standinê bi Bexdayê re kir û got:
“Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye da ku di demek herî nêzîk de pirsgirêka birîna meaşên xelkê Kurdistanê bê çareserkirin.
Pirsgirêka me ya bi hikûmeta federal re pirsgirêke siyasî ye, ne teknîkî ye."
Mesrûr Barzanî ji kadroyên PDKyê re got, "Herêma Kurdistanê nabe tehdîd û metirsî li ser ti aliyî û her tim dê bibe faktoreke sereke ya seqamgirî û aramiyê li herêmê.
Mesrûr Barzanî da zanîn ku Serok Barzanî hem ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê roleke sereke dilîze, hem jî piştgiriyê dide serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî got, "PDK bi rêbertiya Cenabê Serok Barzanî, parêzerê yekem û serekî yê maf û daxwaziyên xelkê Kurdistanê û statuya Herêma Kurdistanê ye û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye.
Lewma bihêzbûna PDKyê bihêzbûna Kurdistanê ye û PDK bi piştgiriya Xwedayê mezin û xelkê niştimanperwer ê Kurdistanê, her tim ber bi serkeftinên mezintir pêngavan davêje."