Sedr 72 saet da Heşdî Şabî!

Mukteda Sedr, 72 saet dem da koma Seraya Selam ku beşek ji Heşdî Şabi\' ye, ji bo vekişîna Kerkûkê.

07.11.2017, Sal - 11:42

Sedr 72 saet da Heşdî Şabî!
Nuçe Belav bike

Muqteda Sedr daxwaz ji hêzên ser bi tevgera xwe, Tevgera Sedr kir, ku di demeke herî nêzîk de ji Kerkûkê vekişin.

Muqteda Sedr daxwaz ji hêzên Seraya Selam a ser bi tevgera xwe ve kir, ku di nava 72 demjimêran de bi temamî ji Kerkûkê vekişin û hemû baregehên xwe bigirin.

Sedr herwiha amaje bi wê yekê dike ku divê li Kerkûk û tevahiya bajarên Iraqê kontrola ewlehiyê radestî hêzên ewlehiyê bê kirin.

Seraya Selam yek ji wan hêzan bû ku di 16ê Cotmehê de êrîş kirin ser Kerkûkê. Piştî şerê li Pirdê jî vê grûbê hêzeke zêdetir şande Kerkûkê.

Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, yekemîn êrîşa bombeyî çekdarên Seraya Selam kire armanc.

Roja Yekşemê 05-11-2017, li Kerkûkê 2 teqîn pêk hatin, ku yek ji wan êrîşeke xwekujî û ya din jî bi rêya otomobîlekî bombekirî bû.

Di êrîşa bi otomobîla bombekirî de 6 çekdarên Seraya Selam ên li baregaha PDKê bicîh bibûn, hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1643 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:06:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x