Urmıye: Dadgehê cezayê îdamê li 5 girtiyên Kurd birî

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê, cezayê îdamê li 5 girtiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê birî.

08.07.2025, Sal - 10:12

Urmıye: Dadgehê cezayê îdamê li 5 girtiyên Kurd birî
Nuçe Belav bike

Ji bilî cezayê îdamê, li wan girtiyan cezayê zîndanê yê demdirêj jî hatiye birîn. Ew bi tometên wekî "endamtiya partiyên dijber" û "hevkarîkirina li gel Îsraîlê" tên tohmetbarkirin.

Biryara dadgehê îro ji parêzerê wan girtiyan re hat ragihandin.

Li gorî biryarê, Soran Qasimî, Pêjman Sultanî û Kawe Salihî her yek ji wan bi 3 caran îdamê, Rizgar Begzade Babamîrî bi du caran îdamê û Teyfûr Selîmî Babamîrî jî bi carekê îdamê hatiye mehkûmkirin.

Teyfûr Selîmî di Îlona 2024an de bi kefaletê hatibû berdan lê her çar kesên din li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê girtî ne.

Ji bilî cezayê îdamê li wan 5 girtiyan cezayê 10 û 15 salan zîndanê jî hatiye birîn.

Ew bi tometên wekî "çalakiyên li dijî desthilata Îranê", "endamtiya partiyên dijber ên Komara Îslamî", "hevkarîkirina li gel Îsraîlê" û "desthebûna di kuştinê de" hatine mehkûmkirin.

Di heman dosyeyê de, 8 welatiyên din ên xelkê Bokanê jî bi cezayê girtîgehê û cezayê pereyan hatine mehkûmkirin.

Ev 13 kes di Nîsana 2023yan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tometa "alîkarîkirina birîndarên xwepêşandanên piştî Jîna Emîniyê" hatibûn desteserkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kiriye ku hemû kesên ku ceza li wan hatiye birîn, di dema lêpirsîn û dadgehkirinê de ew tomet red kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x