Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku piştî rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ji lîsteya rêxistinên terorê hatiye derxistin.
Biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştî rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê hat û tê de hat gotin ku biryara berê ya derbarê HTŞyê de hatiye betalkirin.
Biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li Rojnameya Fermî hat weşandin.
Di biryara ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îmze kiriye wiha hat gotin,"HTŞ ku wekî Eniya El Nusra jî tê naskirin, ji lîsteya 'Rêxistina Terorîst a Biyanî' hatiye derxistin."
Hat diyarkirin ku ev biryar bi şêwra Wezîrê Dadê û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê hatiye wergirtin û li gorî xala 219an a Yasaya Koçberî û welatîbûnê, biryara berê ya ku HTŞ wekî "Rêxistina Terorîst a Biyanî" dinasand hatiye betalkirin.
Dorpêçên li ser Sûriyeyê hatibûn rakirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 30yê Hezîranê bi îmzekirina biryarnameyeke serokatiyê, dorpêçên li ser Sûriyeyê rakiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku ev pêngav "ji bo piştgiriya rêya welat a ber bi seqamgirî û aştiyê ve" hatiye avêtin.
Ji rêveberiya Sûriyeyê hatibû xwestin ku ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Îsraîlê re pêngavên berbiçav bavêje, piştgiriyê bide hewlên Amerîkayê yên ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê û berpirsiyariya navendên girtinê yên DAIŞê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê wergire.
HTŞ çawa hat damezirandin?
Heyeta Tehrîr El Şamê bi awayekî fermî di Çileya 2017an de hat damezirandin.
Koka wê rêxistinê digihîje Eniya El-Nusra (Cebhet El Nusra) ku di sala 2012an de wekî şaxê fermî yê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hatibû damezrandin. Rêberê wê yê sereke ji destpêkê ve Ebû Mihemed El Colanî ye. Colanî piştî ketina rejima Beşar Esed navê Ehmed Şer bi kar anî.
Colanî ji bo ku xwe ji navê El-Qaîdeyê dûr bixe û wekî tevgereke "neteweyî ya Sûriyeyî" bê dîtin, di sala 2016an de pêwendiya xwe bi El Qaîdeyê re qut kir û navê rêxistinê guherand û navê Cebhet Fetih El Şamê li rêxistinê kir.
Piştre, di Çileya 2017an de, ev rêxistin bi çend komên din ên Îslamî re bû yek û navê Heyeta Tehrîr El Şamê li xwe kir.
Armanca sereke ew bû ku hemû hêzên Îslamî yên li Idlibê di bin yek sîwanê de kom bike û bibe hêza sereke.
Desthilata HTŞyê li Idlibê
Di pêvajoya şerê navxwe yê Sûriyeyê de HTŞ li parêzgeha Idlibê û derdora wê bû hêza yekem.
HTŞyê bi awayekî hovane bi komên çekdar ên rikebererên xwe yên wekî Ehrar El Şam û Nûredîn Zengiyê re şer kir û ew ji holê rakirin.
Piştî ku ji aliyê serbazî ve serdest bû, HTŞ dest danî ser jêderên aborî yên herêmê, bi taybetî deriyên sînorî yên bi Tirkiyeyê re (wekî Bab El Hewa). Ji bo ku desthilata xwe mayînde bike, di sala 2017an de saziyeke sivîl a bi navê "Hikûmeta Rizgariyê ya Sûriyeyê" damezrand. Vê hikûmetê kar û barên rojane yên wekî ewlehî, dadgeh, perwerde û bacê bi rêve bir û bi vî rengî HTŞ kontrola xwe li ser herêmê xurttir kir û xwe wekî desthilateke de-fakto nîşan dide.
Rûxana rejîma Beşar Esed
Heyet Tehrîr El Şamê û hevpeymanên wê, bi taybetî Artêşa Azad a Sûriyeyê di 24ê Çiriya Paşîn a 2024an bi navê "Operasyona Banga Şamê" li dijî hêzên rejima Esed dest bi êrişeke berfireh û koordînekirî kir.
Di operasyonê de hêzên rejimê li Hema û Himsê têk çûn û operasyonê ber bi Şamê berdewam kir.
Hêzên rejîma Esed ku piştgiriya asmanî ya Rûsyayê û milîsên Îranê bi awayekî berçav winda kiribûn nekarîn li hember vê operasyonê li ber xwe bide.
Hêzên HTŞyê di demeke nêzîk de gihîşt derdora Şamê û di nav çend hefteyan de paytexta Sûriyeyê ket bin kontrola HTŞyê.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rejima malbata Esedan a ku zêdetirî 50 salan dewan kiribû bi dawî bû û li Sûriyeyê desthilata HTŞyê dest pê kir.