KCKyê li ser merasîma çekdanînê daxuyaniyeke nû da

Navenda Ragihandinê ya KCKyê li ser merasîma çekdanînê daxuyanî belav kir û got, “Ji ber sedemên ewlehiyê rojnameger nikarin beşdarî merasîmê bibin."

08.07.2025, Sal - 10:09

KCKyê li ser merasîma çekdanînê daxuyaniyeke nû da
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê, rojnameger nikarin beşdarî merasîma ku dê li Başûrê Kurdistanê ji bo çekdanîna gerîlayan were lidarxistin bibin.

Navenda Ragihandinê ya KCKyê diyar kir ku plana ji bo şopandina merasîma ku dê tê de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo gerîla were xwendin hatiye guhertin.

 Daxuyaniya KCKyê wiha ye:

"Ji ber guhertina rewşa ewlehiyê, pêwîst bû ku hûrgiliyên derbarê merasîma ku hatibû plankirin li Silêmaniyê were lidarxistin, di demeke kurt de werin guhertin.

Merasîm dê wekî ku hatiye plankirin bi rê ve biçe lê belê weşana zindî dê neyê kirin û beşdarbûna rojnamegeran jî ne mimkin e.

Em ji ber vê yekê gelekî xemgîn in û ji bo vê guhertina lezgîn a di kêliya dawî de, em hêvîdar in hûn bi têgihiştin nêzîk bibin.

Li nêzîkî cihê merasîmê dê ekranek were danîn û piştî merasîmê dê dîmenên vîdeoyê li ser wê werin weşandin.

Tenê bi vî awayî em dê karibin we agahdar bikin. Hûn ji bo wir vexwendî ne.

Dibe ku hinek ji we ji ber vê guhertina di kêliya dawî de biryarê bidin ku beşdar nebin; em bi temamî vê biryarê fêm dikin û rêzê jê re digirin û em ji ber nerehetiya ku me daye we xemgîn in."

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, merasîm dê di nava sînorên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê de pêk bihata û dê 20-30 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “niyetpakiyê” çekên xwe di merasîmê de daniyana.

Berpirsekî agahdar ê merasîmê îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû:

 “Plan hatiye danîn, merasîm dê di navbera 9 û 12ê vê mehê de bê lidarxistin.”

Cara yekem 30ê Hezîranê Tora Medyayî ya Rûdawê eşkere kiribû ku dê merasîma çekdanînê nêzîkî 10ê Tîrmehê were lidarxistin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:12:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x