Navenda Ragihandinê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê hevdîtin piştrast kir.
Li gor daxuyaniyê, hevdîtin dê sibe saet di 13:30an de li Wezaretê Dadê pêk were.
Di daxuyaniya DEM Partyê de wiha hat gotin: " Heyeta me ya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe saet 13:30an bi Wezîrê Dadê re hevdîtinekê pêk bîne."
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk dihat doh bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Her wiha Heyeta Îmraliyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî civiya.
Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê û Heyeta Îmraliyê bi dawî bû.
DEM Partiyê li ser civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek belav kir.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:
“Di hevdîtinê de hat tekezkirin ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê îradeya her du aliyan berdewam dike.”