Hêzên pêşmerge ji eniya Mexmûr û Guwêrê vedikişe û hindek baregahên xwe radestê hêzên Amerîkî dike. Lê hê jî Hedşa Şeibî û hêzên iraqî neçûne Mexmûr û Guwêrê.
Berpirsê Mîhwera Mexmûr û Guwêrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, ku wan hêzên xwe ji Mexmûr û Guwêrê vekişandine.
Her wiha Barzanî da zanîn, ku wan li gel hêzên Iraqê şêwirîne û bi hemahengiya li gel wan li herêmê dimînin.
Sîrwan Barzanî amaje bi wê yekê da, ku kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve bandor li ser hemû plan û bernameyên wan kiriye.
Roja 16-10-2017ê danê sibê hinek hêzên pêşmerge ji derdora Kerkûkê vekişiyan. Li ser vê yekê hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ketin bajarê Kerkûkê. Herwiha navçeyên Xurmato, Daqûq û Gulale jî ji aliyê van hêzan ve hate kontrolkirin.
Îro jî hêzên Heşda Şeibî çûne nav Şingalê. Fermandeyê Mîhwera Rojavayê Dîcleyê ragihand, ku pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî li hev kirine û dê herêm ji aliyê pêşmergeyên êzidî ve were parastin.