Wezareta Pêşmerge: Emê daxwaza pişka xwe ji artêşa Iraqê bikin

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje, li gorî Qanûna Esasî ya Iraqê pişka Pêşmerge ji çek û bûdceya artêşa Iraqê, %17 e, divê ew pişk were dayîn.

17.04.2019, Çar - 16:18

Wezareta Pêşmerge: Emê daxwaza pişka xwe ji artêşa Iraqê bikin
Nuçe Belav bike

Berpirsê navenda medya ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Pêşmerge beşek ji sîstema parastina Iraqê ye ji ber wê jî divê pişka wê hêzê jî di çarçoveya Qanûna Esasî ya Iraqê de were dayîn.

Babekir Feqê her wiha gotiye, li gorî Qanûna Esasî pişka Pêşmerge ji bûdce û çekan, %17 ji bûdce û çekên artêşa Iraqê ye. Divê ew pişk were dayîn.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge daye zanîn ku ewê di demek nêzîk de bi fermî daxwaza pişka Pêşmerge bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 926 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x